DÊRSIM - Pûle Demîr a li Dêrsimê dijî, bapîrê xwe Şah Îsmaîl ê 9 salan parastvaniya Seyît Riza kir, vegot.
Pûle Demîr a li gundê Sinsor ê navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê dijî, di sala 1936’an de hate dinê. Gundê ku Demîr lê dijî di dema Qirkirina Dêrsimê de zirar nedît, lê bavê wê Cemal Şahîn rastî zexta dewletê hat. Bapîrê Demîrê, Şah Îsmaîl jî, 9 salan parastvaniya Seyît Riza kir. Pûle Demîr, jiyana xwe, bapîrê xwe ji Dr. Îsmet Konak ê ji Rojnameya Xwebûnê vegot.
“Weke kut ê zanîn Dêrsim xwediyê avaniyeke ‘heterojen’ e. Anku erdnîgariyeke ji komên netew, nasname û olî pêk tê. Li vê erdnîgariyê bi dehan eşîret hene. Hin eşîret bi kirmanckî diaxivin, hin jî bi kurmancî an jî bi gotina kirmancên dêrsîmî bi ‘Kirdaskî’ diaxivin. Baskên hin eşîretan jî hem kirmanckî hem jî kirdaskî diaxivin. Yek ji van komên sosyolojik jî eşîreta Kalan e. Baskê vê eşîretê yê li Çemîşgezekê her du zaravayên kurdî jî diaxivin. Mesele li gundên weke Dogan û Sinsorê jî panoramayeke bi heman rengî dikare bê dîtin. Tê gotin ku hin malbatên girêdayî eşîretê pişt re koçî van gundan kirine û li vir Kirdaskî hîn bûne.
GUNDÊ SINSOR
Em vê hefteyê çûn yek ji gundên ku ji eşîreta Kalan re bû ‘stargeh’ Sînsorê. Li gund tenê Kalanî nebûn, malbatên girêdayî eşîrên Kurêşan, Qoçan û Sikakê jî hebûn. Li Sinsorê hem baweriya Raya Heqî hem jî îslamiyet heye. Hebûna girseya misilmanan bûbû wesîle ku gund ji Qirkirina Dêrsimê ‘mûaf’ bê girtin. Ji ber ku aqlê Kemalîst, siyaseta nasnameyê bi rê ve biribû û gelemperî gundên baweriya Raya Heqî diparêzin di qirkirinê re hatibûn derbaskirin. Abdullah Alpdogan ê weke ‘qesabê’ Dêrsimê tê binavkirin fermana ‘qizilbaşan û kurdan bikujin’ dabû.
PÛLE DEMÎR KALANÎ
Me li deriyê Pûle Demîr a li gund bi serê xwe ye da û em çûn mala wê. Dema me çaya xwe vedixwar, çavên me bi deqa li eniya Dayika Pûle ketin. Deqa ku di ciwantiya xwe de çêkiriye, bi salan e li ber xwe dide. Kevneşopiya deqan demekê li Dêrsimê zêde bû. Em pirsa temenê Pûle Demîrê dikin. Di sala 1936’an de li Sinsorê ji dayik bûye. Bavê wê Cemal Şahîn, ji gundê Dogan koçî vir kiriye. Dayika Pûle di temenê biçûk de bi Pelîr Demîr re jiyana xwe kirine yek. Dikare hem kirdaskî hem jî kirmanckî biaxive. Di axaftina wê de yek peyva tirkî jî nîne.
CEMAL ŞAHÎN TÊ DARIZANDIN
Qirkirina Dêrsimê nayê bîra Pûle Demîrê, lê malbata wê rastî ‘zexta’ dewleta tirk tê. Mînak hin gundî derbarê bavê wê Cemal Şahîn de îstîxbarata ku ‘serhildêr e’ didin rayedarên tirk. Li ser vê yekê Şahîn tê girtin û dişînin girtîgeha Amedê. Desthilatê niyet e ku Cemal Şahîn bi dar ve bikin. Ji bo ku Şah Îsmaîl lawê xwe ji vê ‘belayê’ xelas bike, ber bi Amedê ve dikeve rê. Kesekî ecêb derdikeve pêşberî wî. Mevanekî wî ku beriya niha li Sinsorê kiribû mevan Şah Îsmaîl nas dike û bûyerê jê dipirse. Hevjîna mevanî, li mala serokê dadgehê yê Cemal Şahîn didarizîne dixebite. Jin ricayê ji serokê dadgehê dike û di encamê de Cemal Şahîn ji darvekirinê xelas dibe.
FÎRARA ŞAH ÎSMAÎL
Yek ji kesê ‘bijarte’ yê di malbata Pûle Demîrê de bêguman bapîrê wê Şah Îsmaîl e. Li gund xalê wî Îsmaîl Axa agahiya ku ‘keçaxê leşkeriyê ye’ dide rayedarên tirk. Li ser vê yekê leşkerên tirk li deşt û çiya her derê lê digerin. Di dawiya dawî de di navbera leşker û Şah Îsmaîl de pevçûn derdikeve. Tê gotin ku di şer de çend leşker birîndar dibin. Ne tenê Şah Îsmaîl tê zanîn kul i gundê Dogan gelek kesên ku çekê pir baş bikartînin hene. Piştî şer Şah Îsmaîl tê girtin û li Çemîşgezekê diavêjin zindanê. Di zindanê de planên ‘fîrarê’ dike. Hêsan e ku firar bike lê pişt re pêdiviya wî bi stargeheke baş hatiye ‘pihêtkirin’ heye. Şah Îsmaîl difikire û biryarê dide ku ji bo wî yekane ‘stargeh’ cihê Seyîd Riza ye. Dawiya dawî firar dike û xwe dispêre Lajê Baboyî (Bernavê Seyîd Riza).
HEVJÎNA SEYÎD RIZA DAYIKA PÛLE
Şah Îsmaîl nêzî 9 salan parastvaniya Seyîd Riza dike. Ji kesayeta berxwedêr a Seyîd û ji malbata wî pir bi bandor dibe. Ewqas ku dema neviya xwe bi nav dike, navê hevjîna Seyîd Riza ya ewil Pûleyê lê dike. Weke tê zanîn Dayika Pûle, keça Diyap Axa ye. Îro Pûle Demîr li gundê Sinsor navê wê bi serbilindiyeke mezin zindî dihêle.
RAYBERÊ QOPÎ
Dema Pûle Demîr qala bapîrê xwe dike, gotinê tîne ser biraziyê Seyîd Riza ‘Rayber’. Weke ku tê zanîn Rayberê Qopî di dema Qirkirina Dêrsimê de ji Mûstafa Kemal û hevalên wî re ‘melaqî’ kiribû. Ji bo ku Elîşer, Dayika Zerîfe û Seyîd Riza qetil bike ji aliyê Abdûllah Alpdogan ve hatibû wezîfedarkirin. Li gorî nivîsa Nûrî Dêrsimî, her cara ku Rayber bi rayedarên tirk re hevdîtinê dike nêzî 5 hezar lîreyan digirt. Wê demê mûçeyê karmendekê li dora 50-60 lîreyan bû. Di encamê de Rayber, di qetilkirina Elîşêr û Dayika Zerîfe de înîsiyatîf girtiye û ev wezîfeya xwe bi ‘serkeftinî’ bi cih anî bû. Di pêvajoya pişt re îdareya Alpdogan çi kiribû? Rayber û kurê wî Alî Haydar kuştibûn. Hemû nokerên ku ji vê meseleya kurt dersê bigirin ev e; non serviam (tu dê xizmetê nekî).
RAYBER Û ŞAH ÎSMAÎL
Li gorî vegotina Pûle Demîr rojekê Rayber û kesên pê re dikevin rê, tên gundê Dogan. Armanca wî ew e ku malê Şah Îsmaîl talan bike. Kesên bi Rayber re tên heta çemê Kirxan û li vir bi berxwedanekê re rû bi rû dimînin. Şah Îsmaîl Rayber dibîne û ji wî re dibêje ‘min ji we re 9 salan parastvanî kir, li dijî dijmin cihên we parastin. Tu niha tê dixwazî malê min talan bikî. Ez qet destûrê nadim vê yekê.’ Li çemê Kirxan pevçûneke biçûk çêdibe, Şah Îsmaîl guleyekê li lingê Rayber dide. Rayber û kesên pê re yên dîtin ku Şah Îsmaîl bi biryar e, neçar dimînin bi paş ve biçin.”