COLEMÊRG - "Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya li Colemêrgê di roja 12’emîn de bi beşdariya komên ji Mûş û Wanê hatine berdewam kir.
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3'yê hezîranê de waliyê Colemêrgê wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî hatibû girtin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam dikin. Çalakiya "Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) di 25'ê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin, di roja 12'emîn de ye. Komên ku ji Mûş û Wanê hatin û beşdarî nobeda li ber Bazara Gel a Şaredariyê bûn domandin.
Gelek dovîz li cihê nobedê hatin daliqandin. Gelek welatî jî tev li nobedê bûn.