Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin

  • rojane
  • 10:01 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Welatiyên li Amedê ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê bi bertek in, îşaret kirin ku hevkariya PDK’ê bi gelê kurd dide windakirin û banga “ji xeletiyê vegere” li PDK’ê kirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li çoltera navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê ya Herêma Kurdistana Federe didomin. Ji ber êrişên dewleta tirk a li herêmê noxteyên kontrolê û baregehên nû avakirin gelek kes neçar man ku ji gundên xwe derkevin. Me têkildarî êrişên bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin, mîkrofona xwe dirêjî welatiyên li Amedê kirin. 
 
BERTEKA KOLANAN
 
Aslan Demîrkol anî ziman ku desthilat ji polîtîkayên şer sûdê digire û îşaret kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1980’yan û vir ve partiyên dibin desthilat bi van polîtîkayan tevdigerin. Demîrkol, destnîşan kir ku gelê kurd şer naxwaze. 
 
Salîh Kizil jî anî ziman ku dewleta tirk li Herêma Kurdistanê dewlemendiyên xwezayî hedef digire û bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da. Kizil di berdewama axaftina xwe de wiha got: “PDK niha ji kurdbûnê derketî ye. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re tevdigere. Holdîngên wan hene. Bûne esîrên wan holdîngan. Tirkiye çima ketiye rojavayê Kurdistanê? Ji Kerkuk û Mûsilê heta Behraspî du xetên boriya neftê hene. Ji axa Kurdistanê re derbas dibin. Ji bo ku wê asteng bikin her tiştî dikin. Malbata Barzanî MÎT’a dewleta tirk e.”
 
‘JI XELETIYÊ VEGERIN’ 
 
Mahmût Mîntaş, bal kişand ku 50 sal in şer û pevçûn berdewam dikin û wiha got: “Tenê dixwazin gelê kurd ji holê rabe. Kurdan çi kiriye ku vê dijminatiyê dikin? Kurdan dikujin digirin. PDK jî dijminê qewmê xwe ye.” 
 
Mecît Tûrgay jî diyar kir ku êrişên li dijî Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin û anî ziman ku helwesta PDK’ê dê bi gelê kurd bide windakirin. Tûrgay ê got ku “Tirkiyeya li tu deran mafê azadiyê yê kurdan nas nake, dê Mesûd Barzanî nas bike?” Banga  “ji vê xeletiyê vegerin” li Malbata Barzanî kir. 
 
Tarik Hanazay ê got ku “Em naxwazin PDK bibe dijminê me” jî anî ziman ku sedemê hevkariya PDK’ê berjewendiyên wê bi xwe ne. Hanazay, wiha domand: “Em dibêjin bila aştî û azadî pêk were. Bila kurd nebe dijminê kurd. Bila yekitiya kurdan çêbibe.”
 
Mûrat Seyyar, anî ziman ku dewleta tirk bi êrişan destkeftiyên gelê kurd hedef digire û wiha axivî: “Dixwazin kurdan li ser vê erdnîgariyê ji holê rakin. Lê nikarin ji holê rakin. PDK çima ji gelê xwe re evqas neyar e? PDK tu li pey çi yî? Tu jî weke Erdogan li pey seltenatê yî? Hûn ji kurdan çi dixwazin?”
 
Seyyar ê ji rêxistinên kurdan re banga “yekitiyê” kir, ev tişt gotin: “Bes e êdî ev xwîn dê heta kengî birije? Hema bêje dê niha li Kurdistanê şûna neftê xwîn derkeve.”
 
‘ŞER BERDEWAMA TECRÎDÊ YE’  
 
Ramazan Işik, anî ziman ku êrişên dewleta tirk berdewama tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku li dijî her cure şerî ye. Işik, bal kişand ku hêzên paramîlîter û pêşmerge di heman eniyê de cih digirin û vê rewşê qebûl nakin û got: “PDK dijminatiya kurd dike.” Işik, wiha domand: “Ev helwestên dijminane ji bo çi ne? Êrişî Sûriyeyê Iraqê dikin. Ji bo çi? Tenê ji bo ku kurd daxwaza mafekê nekin.” 
 
Işik, destnîşan kir ku bi şerî nikarin bigihin tu derê û divê bi siyasetê pirsgirêk bên çareserkirin. 
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî bi lêv kir ku di şer de sivîl tên kuştin û wiha got: “Mafê kesê nîne ku bikeve axa hin kesên din û wan bikuje. PDK jî neheqiyê dike. Divê mirov heqaretê qebûl neke.”
 
 

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin | HATE NÛKIRIN
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin