NAVENDA NÛÇEYAN - 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed birî.
Danişîna rojnameger Silêman Ehmed ê edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê ku hat revandin û ev 279 roj in dihat ragirtin, îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê hat lidarxistin. Dadgeh bi sûcdariya “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê” 3 sal cezayê hefsê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Li gorî agahiyên Rojnewsê, dadgehê nehişt nûnerê Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) tev li danişînê bibe Hat zanîn hempîşe, malbat, parêzerên Ehmed û nûnerê UNAMI’yê dê têkildarî biryarê daxuyaniyekî çapemeniyê li dar bixin.