AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî reşkirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dan û weke “Dijminatiya li dijî kurdan” nirxandin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” hatibûn boyaxkirin û nivîsa “Tirkiye ya tirkan e, dê tirk bimîne” hatibû nivîsandin. Hêj bertekên li dijî vê êrişê didomiyan ku îcar heman tişt li Amedê hate kirin. Li gelek deverên Amedê nivîsên bi kurdî bi alîkariya polîsan hatin boyaxkirin û reşkirin. Welatiyên Amedê bertek nîşanî van êrişan dan.
Welatiyê bi navê Polat Yaygir anî ziman ku ew ji ber hişyariyên bi zimanê kurdî keyfxweş e û xwest ku xebatên bi heman rengî bidomin. Yaygir, êrişa li dijî nivîsên bi kurdî weke "provokasyon" nirxand û wiha got: “Ji ber ku li vir hem peyva ‘Hêdî’ hem jî ya ‘Yavaş’ heye. Çawa ku ji zimanê tirkî re rêz were girtin, divê ji bo zimanê kurdî jî were girtin. Weke kurdek ev daxwaza min e. Hêvîdarim ev provakasyon polîtîkayeke dewletê nebe. Heke ev polîtîkayek be, ev yek dê hesta yekitî û xwişk-biratiyê qels bike. Xelkê me gelek caran anî ziman. Li gorî min divê dev ji van polîtîkayan berdin û serî li polîtîkayên xwişk-biratiyê bidin.”
'EV DER AMED E’
Ramazan Polat jî got ku nivîsên hişyariyê yên bi zimanê tirkî nehatine jêbirin lê yên bi kurdî hatine jêbirin. Polat, ev tişt anî ziman: “Ev der Amed e. Zimanê me kurdî ye. Çima vê dikin? Li vî bajarî hem tirk hem jî em dijîn. Divê ferq û cudahiya me tune be.”
Mehmet Zahir Gultekîn jî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî weke bêtehemûlî nirxand û kesên ev êriş kirin şermezar kir. Gultekîn, anî ziman ku kesên ev nivîs jê birin dijminên Amedê ne û wiha derbirî: “Kesên ev yek kirin hêza xwe ji dewletê digirin. Nikarin bi tena serê xwe tiştekî wiha bikin. Em vê nêzikatiya bêedalet qebûl nakin. Divê her kes rêzê ji bo zimanê dayikê bigire.”
Welatiyê bi navê Îhsan Bîlgî jî got ku sedema van êrişan dijminatiya li dijî kurdan e û ev tişt anî ziman: “Kurdan naxwazin û dixwazin tune bikin.”
'ÊDÎ BES E'
Ji şêniyên bajar Resûl Yilmaz jî got ku tiştên hatine kirin dijminatiya li kurdan e û wiha pê de çû: “Dema em diaxivin tên girtin. Bi qasî ji destê me tê em insanetiya xwe nîşan didin. Lê ew cuda nêz dibin. Em dibêjin êdî bes e.”
Têkildarî mijarê Recep Bayurlu jî got ku li bajar gelek kes hene ku bi tirkî nizanin û bi saya van hişyariyên bi kurdî bi rehetî li trafîkê digerin. Bayurlu, wiha domand: “Bi jêbirina nivîsên kurdî çi gihişt destê wan? Dibe ku nivîsan jê bibin lê ma dê bikarin ji mejiyê me jî bibin. Çi hewcehî û wateya dijminatiya li dijî van nivîsan nîne.”
'JI BILÎ FAŞÎZMÊ TU TIŞTEKÎ DIN NÎNE’
Mehmet Acet jî got “Zimanê me kurdî ye û dê neguhere” û axaftina xwe wiha qedand: “Ma em zimanê xwe înkar bikin? Bi awayekî veşarî jêbirina nivîsên bi zimanê kurdî, ji bilî faşîzmê tu tiştek nîne. Ev bû sedsala ye em li ser vê xakê dijîn. Ev, polîtîkayên înkarê ne û nikarin me înkar bikin. Em hene û dê tune jî nebin.”