WAN - Welatyên Wanî bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî û jêbirina nivîsên bi kurdî dan û wiha gotin: "Ji govendên me jî ditirsin. Em ê li dijî vê ferasetê serê xwe metewînin.”
Nivîsên hişyariya yên Şaredariya Bajarê Mezin bi ser peyarêyê “Pêşî Peya” û “Hêdî” dabû nivîsandin di 26’ê tîrmehê de hatin boyaxkirin. Li cihê ku nivîsên hişyariyê nivîsa “Tirkiye Tirk e dê Tirk bimîne” hate nivîsandin. Zarokê nivîsê nivîsandiye anî ziman ku ew ji polîs û parêzer re şêwirîye. Pişt re li Amedê jî heman rewş hate jiyîn. Li Amedê di 29’ê tîrmehê de li gel çavdêriya polîsan li gelek cihan nivîsên hişyariyê, hatin reşkirin. Derket holê ku nivîs bi fermana walîtiyê hatine reşkirin.
Êrişên li ser ziman ne tenê ev bûn. Di nava 2 hefteyên dawî de li gelek bajaran gelek kes ji ber govenda li ber stranên kurdî li ser hesabên medya dîjîtal hedef hatin nîşandan û hatin binçavkirin û girtin. Di serdegirtinan de tevî stranbêjan û xwediyên dawetan, zêdetirî 20 kes hatin girtin.
Me têkildarî reşkirina nivîsên hişyariyê û girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî nêrîna xelkê Wanê jê pirsî.
‘BINÇAVKIRIN ŞERMEZARÎ NE’
Salahattîn Çîçek (70) anî ziman ku gerandina govendê çand û aktîvîteyek e û wiha axivî: “Her kes çawa bixwaze çanda xwe wisa dijî. Binçavkirina mirovên govendê digerînin şermezarî ye. Ev yek biçûkxistina nirxên kurdan e. Mirov dawetê dikin lê belê gerandina govendê sûc tê hesibandin. Ev polîtîka binpêkirina nirxên mirovahiyê ye. Îro mirov li cîhanê ‘gelo em ê çawa qadên azadiya xwe berfireh bikin’ nîqaş dikin lê belê li vê derê mirovên govendê digerînin tên binçvakirin. Pîvan û rêgezên binçavkirinê jî hene. Em dixwazin demildest ev zilme bi dawî bibe.”
‘EM Ê LI DIJÎ VÊ FERASETÊ SERÎ NETEWÎNIN’
Ciwanê bi navê Serhat Ûçmaz diyar kir ku jêkirina nivîsên bi kurdî “kirinên rêveberiyên nijadperest” in û wiha got: “Em vê feraseta nijadperest qebûl nakin. Ev rewş nîşan dide bê ka kurd çawa tên tunehesibandin. Ji hebûna kurdan aciz dibin. Çiqas rast e ku li gel rewşekî wiha em qala xwişk û biratiya kurd û tirkan bikin. Îro em xwediyê van axan ên qedîm in. Em ê li dijî vê ferasetê teqez serî netewînin. Bi qasî ku êrişên nijadperest hebin, em ê bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Ez bawer dikim dê kurd rojekê dawî li vê ferasetê bînin.”
‘EM Ê GOVENDÊ BERNEDIN’
Îsmet Demîr (55) da zanîn ku ew ê gorandina govendê bidomînin ev tişt gotin: “Kurd êdî mêtingeriyê qebûl nakin. Govend çandek e. Ez binçavkirinên ji ber çanda mirovan tên kirin şermezar dikim. Ev yek nîşan dide ku tu tiştên kurdan ranagirin. Dixwazin ku kurd tim bi kesayetiya mêtingeriyê bijîn. Kurd gelê herî qedîm ê li ser vê axê ye. Ev axane axên kurdan in. Em naxwazin di bin mêtingeriya we de bijîn. Em dixwazim bi ziman û çanda xwe bijîn. Govend çanda me ye û em ê vê çandê bidomînin û em ê vê govendê bernedin.”
‘DIVÊ EV ZILME WERE RAWESTANDIN’
Welatiyê bi navê Nûsret jî bilêv kir ku li welat hiqûq nîn e û ev tişt anî ziman: “Îro mirovên ku govendê digerînin binçav dikin. Ev dewletekî çawa yê hiqûqê ye? Tu zirara gerandina govendê, kefxweşî û parastina çanda xwe ya mirovan heye? Ev ji govenda kurdan jî aciz dibin. Li vî welatî azadî û edalet nîn e. Li cîhanê tiştekî wek şaristaniyê heye lê belê hêj nehatiye li cem van. Kurd ev sed sal in di bin zilmê de ne. Divê kurd bi hev re vê zilmê bidin sekinandin.”
Welatiyê bi navê Emre Aslan jî ev tişt gotin: “Tim nijadperestiyê li kurdan dikin. Gotina ‘kurd û tirk xwişk û bira ne’ ji gotinê pê de tiştekî din nîn e. Em nijadperstiya li kurdan tê kirin qebûl nakin. Şaredarî têkildarî rêgezên trafîkê nivîsek nivîsand, komên nijadperest çûn nivîsên nijadperest nivîsandin. Em vê rewşê qebûl nakin. Tiştên tên jiyîn nîgara vê nijadperestiyê ye.”
MA / Hakan Yalçin - Bîlal Babat