AMED - Serokê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Mehmet Fîdan got ku jêbirina nivîsên bi kurdî “derqanûntî” ye û wiha got: “Di qanûnan de ji bo xizmeta bi zimanê kurdî tu astengî tune ne.”
Şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li ser cadeyan ji bo hişyariyê bi kurdî nivîsên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibûn. Lê ev nivîs li gelek bajaran bi fermana Wezareta Karên Hundir hatin jêbirin. Şaredariyan jî careke din heman nivîs nivîsand. Baroya Amedê jî di 29’ê tîrmehê de bi sedema “Çalakiyên nefretê û yên sorkirinê yên li dijî zimanê kurdî” serlêdana sûc kir. Baroyê, li dijî biryara Wezareta Karên Hundir a weke hinceta jêbirina nivîsan hate nîşandan, di 31’ê tîrmehê de bi daxwaza “sekinandina biryarê” doza betalkirinê vekir. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Di tu qanûnan de sererastkirineke ku şaredarî ji bilî tirkî nikarin bi zimaneke din xizmetê bikin tune ne.”
PARÊZER FÎDAN: DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDÎ
Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan têkildarî jêbirina nivîsên bi kurdî û serlêdana baroyê ji ajansa me re axivî. Fîdan, got ku jêbirina nivîsên bi kurdî nayê qebûlkirin. Fîdan, tiştên hatine kirin weke “Rewşeke li dijî hiqûq û mafên mirovan e” nirxand. Fîdan, jêbirina nivîsên bi kurdî û girtin û binçavkirina welatiyan a ji ber govend û stranên kurdî weke “Dijminatiya li hemberî kurd û kurdî” pênase kir.
Fîdan, axaftina xwe wiha domand: “Li van cihên behsa xeberê ji sedî 90’î mirovan bi kurdî diaxivin. Lewma jî şaredarî bi vî zimanî xizmetê ji gel re dikin. Gel jî xizmeta bi zimanê xwe dixwaze. Ev nêzikatî, di navbera gel de dijminatiyê ava dike. Dibêjin ‘em bira ne.’ Biratî bi vî awayî nabe. Heke biratî hebe, ka tu çawa bi zimanê xwe diaxivî, divê birayê te jî bikare biaxive û tu astengiyan çênekî. Çawa ku tu di qanûnan de, di xizmeta ji bo gel de zimanê xwe derdixî pêş, divê birayê te jî bikare derxîne pêş.”
‘JÊBIRINA NIVÎSAN DERQANÛNTÎ YE’
Bi domdarî Fîdan da zanîn ku di serdema qeyûm tunebû de xizmetên bi vî rengî hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha pirsgirêkeke wiha nedihat jiyîn. Di qanûnan de tu astengiyên li pêşiya xizmeta bi kurdî tune ne. Ev tiştekî pir xwezayî ye û derqanûnî nîne. Lê jêbirina nivîsan derqanûntî ye. Ji ber ku jêbirina van nivîsan di qanûnan de tune ye. Tu zirara peyvên 'Hêdî' yan jî 'Pêşî Peya' ji bo kesekî nîne. Sedema aciziya wan, nîjadperestiya wan e. Em ê li dijî her cureyên êrişan bisekinin û zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku em jî li vî welatî dijîn, mafên me jî hene. Ji bo ku em bi zimanê xwe perwerde bibin û xizmet bi zimanê me were kirin, dê têkoşîna me ya ji bo ziman bidome.”