Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin

  • rojane
  • 12:14 24 Îlon 2024
  • |

AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê di daxuyaniya têkildarî serdegirtina li ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de axivî, wiha got: “Dibe ku perwerdekarên me di bin çavan de bin lê saziyên bê xebatkar namînin. Her kurdek mamosteyeke, xebatkareke.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirzimanî û hunerê li dar dixe û Payîz Pirtûkê  de girtin. Bi biryara 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê gelek pirtûk, kovar, rojname û materyalên dîjîtal ên li komeleyê û pirtûkxaneyê hatin desteserkirin û herî kêm 19 kes hatin binçavkirin. Serdegirtina polîsan di pêşengtiya MED-DER’ê de li ber avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. 
 
Ji bilî gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarvanên ku lolîpopên li ser nivîsa “Zimanê azad, civaka azad” dinivîsî hilgirtin tîşortên ku li ser “Ziman xwebûn e” li xwe kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Her dem kurdî her der kurdî” hate vekirin û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî zimanê kurdî” û “Zimanê me rûmeta me ye” hate berzkirin. 
 
YARAY: HÛN NIKARIN KURDAN BÊDENG BIKIN
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a ewilî axivî, anî ziman ku tevî hemû êrişan gelê kurd dest ji hebûna xwe bernedaye û wiha got: “Tiştek nema bi serê gelê kurd nehatî. Lê dîsa jî gelê kurd dest ji hebûna xwe berneda. Bila hemû cîhan zextên li ser gelê kurd bibîne. 2 milyon zarokan dest bi perwerdeyê kir. Zarokan nekarî bi zimanê dayika xwe dest bi perwerdê bikin. Gelê kurd ne kurdên beriya sed salan e. Hûn nikarin bi tirsê wan biqûtifînin. Kurd ji mirinê ne tirsan, her tim xwedî li zimanê xwe derketin. Hemû hevalên me yên perwerdeya ziman didin hatin binçavkirin, Bila baş bizanin ku em bi ziman û nasnameya xwe hene.”
 
Yaray, bi lêv kir ku êriş girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Di kesayeta Abdullah Ocalan de dixwazin gelê kurd bêdeng bikin. Lê hûn nikarin kurdan bêdeng bikin.”
 
Dû re Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena daxuyanî xwend. Asena, bi bîr xist ku di encama serdegirtinên malan de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatine binçavkirin û wiha got: "Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne. Û em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye."
 
'ZIMANÊ KURDÎ HEBÛN, NASNAME Û NIRXÊ ME KURDAN E' 
 
Asena, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê divê hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP'ê û MHP'ê ya nîjadperest û faşîzan baş bizanin ku em ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne. 
 
EM Ê JI BO STATU Û PERWERDEYA KURDÎ BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN
 
Divê hêzên ku êrişî saziyên zimanê kurdî dikin û dixwazin têkoşîn û xebatên zimanê kurdî ji holê rakin û dixwazin dor li zimanê kurdî bigirin, dorpêç bikin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin baş bizanin ku; em kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin, me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin."
 
'HEVALÊN ME YÊN DI BIN ÇAVAN DE DEMILDEST BERDIN' 
 
Asena, êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar kirin û wiha berdewam kir: "Ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê fermî û xwedî statu di makezagona xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin û çi pêwîst be bikin. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin."
 
'BI HIŞ Û GIYANÊ SEFERBERIYÊ LI HER QADÊ TÊBIKOŞIN'
 
Asena got ku "Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e" û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin. Li ser vê bingehê em dibêjin; Zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye! Bijî zimanê kurdî! Her bijî têkoşîna ji bo zimanê kurdî! Ji bo zimanê kurdî her dem û her der têkoşîn, rêxistinbûn û xebat!"
 
Pişt re Serhat Eren bal kişand ser nêzîkatiya dijminatiya kurdan û wiha axivî: “Yê ku dijminatiya kurdan dike, di hemen demê de dijminatiya zimanê xwe jî dike. Ji ber nêzîkatiya nijadperstiyê, nikarin bêjin tecrîd jî dijminatiya kurdan dikin. Kesên wiha di heman demê de neyartiya zimanê xwe jî dikin. Yên ku neyartiyê pêk tînin herî zêde di mijara zimanê kurdî de neyartiyê dikin. îro serê sibê polîsan avêtin ser saziya zimanê kurdî MED-DER’ê.  Li Stenbolê, Îzmîrê, Mêrdînê û Amedê gelek havalên me binçav kirin. Ev hevalên me yên li bajarên din binçav kirine, ez bawerim dê bînin Amedê.”
 
ARMANCA BIRYARA QEDEXEYÊ
 
Eren bal kişand ser biryarên qedexeyê yên derbarê lêpirsîn û hevdîtina parêzeran û wiha got: “Dadgehê derbarê binçavkirinan de biryara qedexekirinê girtiye. Di heman demê de ji bo hevdîtina bi parêzeran jî biryara qedexekirinê hatiye dayîn. Em di serî de vana şermezar dikin. Di naveroka binçavkirinan de tiştekî wekî sûcekî mezin nîn e, lê belê dixwazin di raya giştî de rewşekî wisa ava bikin. Armanca biryara qedexeya lêpirsînê û hevdîtina bi parêzeran re jî di raya giştî de wekî mijarekî girîng nîşandan e. Ew jî, em jî, hevalên me jî dizanin bê ka sedema van binçavkirinan çi ye. Sedema van binçavkirin, zext û zordariya wan, dijminatiya gelê kurd e, dijminatiya zimanê kurdî ye.”
 
KÎNA SED SALAN 
 
Eren dijminatiya li hemberî kurd bi bîr xist û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ew naxwazin zimanê kurdî di jiyana aborî û civakî de were axaftin. Naxwazin di zimanê kurdî de perwerde were dayîn, naxwazin li tu qadan zimanê kurdî were axaftin. Sed sal in hemû zimanên neteweyên li erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn, asîmîle kirin. Lê belê wan di sed salên dawî de bi her cure zilm, zordarî û êrişan nekarîn zimanê kurdî asîmîle bikin. Hers û kîna wan ji vê tê. Bi awayekî bêhiqûqî davêjin ser saziyên me û hevalên me binçav dikin. Em ê vê yekê qebûl nakin.” 
 
‘HEYA YEK KURD DIMÎNE...’
 
Eren da zanîn ku ziman hebûn û jiyana kurdan e û wiha dom kir: “Hûn êrişî hebûna kurdan dikin, hûn êrişî hebûna jiyan û zimanê kurdan dikin. Em dibêjin, êm ê zimanê xwe biparêzin. Hûn ê nikarin êrişî kurdan û zimanê kurdan bikin. Heta ku yek kurd jî bimîne, ew ê di nava civakê de, di nav jiyana civakê de cih bike. Heya zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, nebe zimanê fermî dê ev Destûra Bingehîn a nijadperest neguhere. Heya zimanê kurdî di vê Dedstûra Bingehîn de cihê xwe negire, em ê dengê xwe qût nekin, em ê li ber xwe bidin, êm ê têkoşîna hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe bidomînin, em vê yekê pêk bînin. Bila viya baş bê zanîn. Ev sed sal in me tu caran serê xwe netewandiye, em ê netewînin. Bila viya baş were zanîn.” 
 
BANGA ‘DENG BILINDKIRINÊ’
 
Eren îşaret bi têkiliya polîtîkayên tecrît û dijminatiya li dijî zimanê kurdî kir û ev tişt gotin: “Vê yekê em çend sal in tînin ziman. Tecrîd li derekî dest pê dike. Saziyên sivîl, partiyên siyasî ku li hemberî vê yekê bertek nîşan nedin, li hemberî tecrîdê bertgek nîşan nedin dê bandora vê yekê  berifreh bi ser jiyana gel, civak û her derê bike. Ji bo vê yekê bangawaziya me ev e. Ev ne pirasgirêka zimanê kurdî ye. Armanc ne tenê kurd û zimanê kurdî û nasnameya kurdan e. Ev êriş êrişa li dijî gelê Tirkiyeyê bi xwe ye. Lewma divê sazî û dezhehên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî li hemberî vê operasyona qirkirinê ya siyasî, operasyona zimanê kurdî, bertekekî xweş nîşan bidin. Heke hûn nikarin vê yekê bikin, nerazîbûna xwe bînin ziman. Ku hûn vê yekê nekin wê siberojê berê xwe bidin we jî. Ew ê ku neyartiya zimanê xwe dikin, qedexeya zimanê xwe jî dikin, çavên wan tarî bûye. Dê li gel zimanê kurdî zimanê vî miletî, zimanê tevahiya gelên Tirkiyeyê qedexe bikin. Lewma em dibêjin bila her kesek bertekên xwe nîşan bide. Bila hevalên me yên binçavkirî baş zanibin dê tu caran saziyên me bêxebatkar namînin. Sed sal in têkoşîna me li vê derê berdewam kiriye. Her kesekî kurd, mamosteyek e. Her kesekî kurd xebatkarek e. Lewma ew ala ku me li wan dewr girtiye dê tu caran nexin xwarê. Em ê her carê billind bikin û em ê ji bo zimanê xwe jî li ber xwe bidin.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Pişt re hate ragihandin ku ji bo serdegirtina MED-DER’ê bê şermezarkirin dê saet 17.30’an li Qada Şêx Seîd daxuyanî bê dayîn. 
 
 

Sernavên din

14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e