Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye

  • rojane
  • 12:01 28 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek anî ziman ku divê Tifaqa Ked û Azadiyê bêyî ku bikeve nava kêmasiyên berê bê mezinkirin û got ku tifaqeke ku ji hilbijartinê wêdetir, divê li şûna dijberiya du hêzên serdest bibe "hêza çareseriyê".
 
Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Kedê (EMEP) li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 25'ê Tebaxa 2022'yan de hatin cem hev û “Tifaqa Ked û Azadiyê” eşkere kirin. Di nexşeya rê ya tifaqê de, hevdîtina gelan a di têkoşîna hevpar de hat destnîşankirin.
 
Serdema rabûna îtifaqê di raya giştî de bandoreke mezin çêkir. Lê paşê tifaqê nikaribû encamên çaverêkirî bi dest bixe. Nîqaşên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatin kirin jî bandoreke neyînî li ser xwegihandina armancên tifaqê kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna xwe ya 26'ê Hezîranê de biryara berfirehkirina “Tifaqa Ked û Azadiyê” da. Di vê çarçoveyê de hin hevdîtin hatin kirin. Di axaftinan de ku "pêdiviya têkoşîna hevpar" hat destnîşankirin, biryar hat dayîn ku bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re bên cem hev.
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku DEM Partî jî pêkhateyeke wê ye Cengîz Çîçek, der barê pêvajoya avakirina tifaqê, encamên wê û gengeşeyên "yekitiya nû" de pirsên me bersivandin.
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi armanca “hevkariya têkoşînê” dest pê kiribû, li gorî kîjan pêdiviyan hat avakirin?
 
Tifaqa Ked û Azadiyê xwedî îdîa bû ku xwe wekî blokeke dîrokî ya tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê û tevgera şoreşa demokratîk a Kurdistanê ava bike. Ji vî alî ve mijara tifaqê hem ji bo tevgera azadiya Kurdistanê û hem jî ji bo tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê meseleyeke stratejîk e. Çima em vê dibêjin; Ji ber ku di van salên dawî de, bi taybetî di çarçoveya hilbijartinan de, li ser xeta stratejîk, îdeolojîk û armancên Tifaqa Ked û Azadiyê, em bi êrişeke du alî re rû bi rû bûn.
 
Ev êriş çi bûn?
 
Ji aliyekê ve êriş li ser hebûna rêxistinî ya tevgera azadiya kurd, destkeftiyên wê û potansiyela mezinbûna gelan bû. Li aliyê din jî bi hinceta têkoşîna yekbûyî êriş hebûn. Me li ser mijara 'tedbîrên ku em li hemberî vê yekê digirin çi ne' gengeşe kir û wekî tifaqa têkoşîna civakî destnîşan kir. Yanî têkoşîneke ku girseyên kedkar li dora têkoşîna kedê, ekolojîst li dora têkoşîna ekolojiyê, gundî li dora parastina jiyanê, gelê kurd li dora mafê çarenûsiyê, elewî li dora têkoşîna hemwelatîbûna wekhev, jin li dora israrkirina jiyana aazad, ciwan li dora siberoja demokratîk israr dikin. Lêbelê, 'Ev mijarên civakî heta çi radeyê dikaribûn bibin kirde? Bi gotineke din, partiyên siyasî yên heyî heta çi radeyê karibûn li hemberî rêxistinên siyasî bibin kirdeya civakî?' Bersiva ku em didin pirsê bi rastî jî bersiva xwerexnekirina me ye.
 
 Tifaqê li hemberî êrişên ku we behs kir helwesteke çawa nîşan da? Başî û xirabî çi bûn?
 
 
Divê her du aliyên vala û tije yên îskanê bi hev re werin nirxandin. Dema ku tifaq bi awayekî potansiyel mezin dibû, hewcedariyên wê jî zêde dibûn. Dibe ku em di çarçoveya gengeşiyên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê de, heta çi radeyê karibin pêdiviyên mezin ê vê têkoşînê ya mezin bi cih bînin gengeşe bikin.
 
Dema ku behs tê ser têkoşîna me ya Rêya 3'yemîn, ez difikirim ku her du aliyên vala û tije yên îskanê bi hev re werin nirxandin. Ji ber ku dema em bi tevahî bala xwe bidin aliyê vala yê îskanê, em ê bêhurmetiyê li rastiyê bikin. Kêmasiyên me, tiştên me nekirin çi dibin bila bibin, ev têkoşîna di sala 2011’an de bi damezrandina HDK’ê re dest pê kir, destkeftiyên pir cidî bi dest xist. Têkoşîna Rêya 3'yemîn bi taybetî di çarçoveya encamên hilbijartinê de wekî hêza sêyemîn a herî mezin a Tirkiye û Kurdistanê xwe nîşanî gelên Tirkiye û Kurdistanê da. Ya ku herî zêde hêzên dewletparêz, partiyên pergalê, hikûmet û mejiyê dîrokî yê dewletê tirsand, ev meşa ku bi HDK'ê dest pê kir bû ku zemîneke cidî bi dest xist. Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê bû hêviya azadiyê. Lêbelê, dema ku tifaq bi awayekî potansiyel mezin dibû, hewcedariyên wê jî zêde dibûn. Dibe ku em di çarçoveya gengeşiyên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê de, heta çi radeyê karibin pêdiviyên mezin ê vê têkoşînê ya mezin bi cih bînin gengeşe bikin. Ger em xwe rexne bikin an jî kêmasiyên xwe diyar bikin, em ê di vê wateyê de bikin. Ji ber vê yekê berxwedan heye û mezin dibe. Xwe wekî vebijêrkeke azadî û demokrasiyê ya polîtîk nîşan dide, lê li hemberî vê bi êrişan re jî rû bi rû dimîne. Tiştekî ku hem ji bo têkbirina van êrişan hem jî ji bo nêzîkbûna armanca komara demokratîk a Tirkiyeyê, hewcedariyên têkoşînê yên ku mezin dibin bi cih bîne. Dema ku ji vî alî ve were nirxandin, Tifaqa Ked û Azadiyê di dîrokê de îşaret bi mezinbûna me jî dikir.
 
Gelo ew "mezinbûna" ku we tekez kir di nav tifaqê de pêk hat?
 
Na. Em hemû dizanin ku bi taybetî birêz Ocalan di dema avakirina HDK û HDP’ê de di hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê de çavdêriyeke dîrokî kir. Ev tesbît îro jî hene. Da zanîn ku ger demokrat, sosyalîst, beşên li hemberî nirxên demokratîk û civakî hesas in û hemû komên ku van ji xwe re kirine felsefeya jiyanê û jtêkoşînê bi mejiyê, ger têkoşîna xwe bi aqilê tifaqê birêxistin bikin wê potansiyela wan li dor ji sedî 25-30'yî be. Dema ku em li rêjeya ji sedî 13 ya dengan dinêrin ku rêjeya herî zêde ya HDP'ê ye, em dibînin ku rêjeyeke ji potansiyela ji sedî 25-30 dûr e. Yanî di çarçoveya hilbijartinan têkoşîneke li dir rêjeyeke 10-15'an, di esasê xwe de alternatîfa desthilatekê ye û ev jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Ango rêyeke hat meşandin, lê hê jî rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye. 
 
Dema em li vir li ser hûr bibin, pirsa bingehîn ev e 'Divê çi bê kirin û çawa bê kirin?' e. Ji ber ku destkeftiyên heyî têrê nakin. Faşîzm bi hilberandin û nûkirina xwe berdewam dike. Li hemberî vê jî divê em têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin. Sedema sereke ya hebûna Tifaqa Ked û Azadiyê ev bû. Yanî li dora hişmendî û zîhniyeta azadîxwaz û hevgirtinê rêxistinkirina gelan, civakê û nasnameyên bindest û li dijî pergalê berfirehkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê bû. Ev ji aliyekî xwe ve tê wateya israra di jiyana azad a ji hilbijartinan wêdetir, ango ji demokrasiya temsîlî wêdetir. Bi gotineke din, ev peymana têkoşînê bû ku tê de kedkar, jin, gel û bawerî tê hebûn  bi nirxên xwe yên wekhevî û edaletê xwe birêxistin bikin û pêk bînin û di vê çarçoveyê de netew-dewletê, desthilata faşîst paş bixin û wê birûxînin. 
 
Di armanca "peymana ji hilbijartinan jî wêdetir" de serkeftin çêbû?
 
Niha jî ji sedî 90’ê gelê li vê xakê hilbijartinê wekî serdema têkoşînê ya ku dê pêşeroja xwe diyar bike dibîne. Bi rêya sindoqê be jî, hêrs an jî nerazîbûna xwe wisa nîşan dide. Niha dema em ji vir lê binêrin hilbijartin jî pêvajoyeke têkoşînê ye. Bi gotineke din, avakirina hevsengiya sîmbiyotîk a herduyan. Dibe ku ev yek ji wan tiştan bû ku me nikaribû pêk bîne. Yanî, hilbijartinan wekî pêvajoyeke têkoşînê ya navbirî ya di nava têkoşîna gelan a ji bo wekhevî û edaletê de dibînin, lê hevsengiya wê bi têkoşîna civakî re jî saz bikin. Niha dema ku me têkiliya di navbera têkoşîna hilbijartinê û têkoşîna civakî de, an jî di navbera têkoşîna demokrasiya temsîlî û têkoşîna demokrasiya rasterast de rast saz nekir, em bi awayekî xwezayî bi rewşeke wiha re rû bi rû man.
 
Nebûna girêdana di navbera têkoşîna civakî û têkoşîna hilbijartinê de, hem di nava tifaqê de û hem jî di kesên dil dane tifaqê de bû sedema şikestinekê?
 
 
Emek ve Özgürlük İttifakı'nın yeni bir isim, yeni bir yol ve yöntemle kendisini daha fazla büyütüp güçlendirecek bir yol yürüyüşüne ihtiyacı var. Bu yürüyüşte geçmişte yaptığımız eksikliklere düşmemek gerek. 
 
Ji xeynî beşên civakî yên ku ni çav, guh û hestên wan nêzî me ne, kesên ku dengên xwe didin me û gelê me di mijara tifaqê de her çû gumanên wan zêde bûn. Ev rewş hat asteke ku hesta baweriyê bihejîne. Ji ber vê jî pêwîstiya Tifaqa Ked û Azadiyê bi navekî nû, bi rê û rêbazeke nû û meşe ku xwe bitêir xurt bike û mezin bike heye. Dema em vê meşê ji nû ve binirxînin, divê em nekevin hin kêmasiyên ku me berê kirine. Ji ber vê yekê yek ji tiştên sereke ku dema birêxistinkirina pêvajoyê ku em jê re dibêjin tifaqa têkoşîna civakî ya nû, ji bîr nekin ew e ku em berjewendiyên hevpar ên gelên bindest li ser berjewendiyên hemû rêxistinên şoreşger û demokratîk re deynin. Aliyê serketin û têkçûnê di çarçoveya daxwaz, hest û lêgerînên demokratîk ên gelan de divê bên avakirin û têkoşîna îdeolojîk û desthilatdariyê ya di navbera her du blokên serdest de li dora nirx û destkeftiyên têkoşînê yên gelan bên rêxistinkirin. Bi gotineke din, li dora van nirx û daxwazên hevpar ên gelan ji hev re tawizdayîn. Ger em vê nekin, gava nasnameyên bindest polîtîkayek li gorî hewcedariyên xwe yên jiyanî nebînin, dê çawa tevlî bibin?
 
Bi dîtina we divê serdema nû li ser kîjan armancên hevpar ên bingehîn be?
 
Di hûnandina heyama nû de, yek ji xalên peymana bingehîn ku divê em hemû îmzeya xwe deynin binî jî ev e: Têkoşîna li dijî faşîzmê, hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Mesela divê ev bê guman armanca yekem be. Yanî, eger hêzên li hemberî me tifaqa çînî û serdestiyê çêdikin, nexwe divê em ên ku xwe wekî hêviya bi milyonan nîşan didin û ji bo vê têkoşîneke cidî didin, herî kêm bi qasî wan divê ji bo berjwendiyên çînî û siberoja hevpar a gelan em tawizê bidin hev. Ev tawiz jî ev e: Di têkoşîna yekbûyî de, têkoşîna tifaqê de israrkirin, yanî tîfaqa têkoşîna civakî stratejîk bibînin. Dirûşmeya şênber ev jî ev e: Rizgarî tune, ya bi tenê, yan jî yek ji me.
 
Hûn dibêjin ku hevpariya têkoşîna “rizgariyê” ferz e...
 
Helbet. Li hemberî rastiya cîhana kapîtalîst a li Rojhilata Navîn û cîhanê ji her aliyê ve hatiye rêxistinkirin, gelê kurd û tirk û hemû beşên civakê tenê bi berxwedana xwe rizgar nabin. Ji ber vê yekê dema ku em ji vir lê dinêrin, pêwîst e li her qadê tifaqa têkoşînê, hevpariya têkoşînê û yekitî were avakirin. Desthilatên faşîst li gelek deverên cîhanê, bi taybetî jî li Ewropayê, bûne alternatîf. Dema em ji vir lê dinêrin, li hemû cîhanê pêwîstî bi tifaqeke stratejîk heye, ango pêwîst e çepgirî bi fikreke navneteweyî xwe ji nû ve birêxistin bikin.
 
 
Pêwîstiya mirovahiyê bi hizra çep, pêşniyaza çareseriyê ya çepgir û wijdanê çepgiran heye. Ev, birûmet e lê ew qasî jî perspektîfeke desthilatê divê. 
 
 
Wekî mînak em behsa rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyem dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêbertiya wê (Abdullah Ocalan) ev demeke dirêj e vê yekê dibêjin. Meseleya Îsraîl-Filîstînê, meseleya Kurdistanê, şerê Ûkrayna-Rûsyayê... Bi rastî jî cîhan niha di nava şerekî vekirî de ye. Niha li hemberî vî şerî mirovahiya mezin wê çi bike? Ji ber vê yekê yên ku doza jiyana nû dikin dê çi bikin? Her wiha wekî mînak behsa krîza ekolojîk tê kirin û cîhan her ku diçe germ dibe. Ma em dikarin rastiya koçber û penaberên ku ji ber krîza avhewayê û şer derketine holê tenê wekî pirsgirêka Tirkiyeyê bibînin?
 
Li ser van mînakan êdî pêwîst e em vê yekê qebûl bikin; Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîstiya mirovahiyê bi hizra çep, pêşniyaza çareseriyê ya çepgir û wijdanê çepgiran heye. Yanî divê gengeşeyên Tifaqa Ked û Azadiyê, pêwendiya xwe rasterast bi lêgerînên navneteweyî re deyne û rêya xwe bidomîne. Ev, birûmet e lê ew qasî jî perspektîfeke desthilatê divê. 
 
Hûn dikarin vê perspektîfê hinekî din jî vekin?
 
Dê AKP winda bike û di windakirina AKP'ê de wê para zede ya me be. Em ê bi berxwedan û bedelên ku didin nirxên berxwedanê yên civakê zindî bihêlin. Lê piştî AKP'ê wê desthilat, bibe bloka din a serdest. Mesele ev e. Têkoşîna bingehîn a ku desthilatdariya AKP-MHP'ê xist nava pêvajoya hilweşandinê û  desthilatdariya AKP-MHP'ê wê winda bike û vê hêviyê li ser pêyan dihêle, têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan û gelên bindest ên Tirkiyeyê û Kurdistanê ye. Kê îro sîle li AKP-MHP’ê xist? Ma tenê yên ku dengê xwe dan hêzên Tifaqa Ked û Azadiyê? Kesên ku dengê xwe dan partiyeke din jî li sîle lêxistin. Çima lêxistin? Nexwe xalên hevpar hene. Tevî ku dengên xwe didin partiyên cuda jî, nirxên ku AKP’ê temsîl dike wekî tehdîd dibînin û li hemberî rewşa ku welêt dikişîne nava rewşa navborî, nerazî ye. Ya rastî divê di serdema nû de yek ji armancên sereke yên ku Tifaqa Ked û Azadiyê li ser bisekine jî ev be. Ji ber vê yekê ev tê wateya potansiyela wekhev. Ez difikirim ku divê em perspektîfa desthilatdariyê ji vir ve ava bikin.
 
Ne şaş bim qesta we ya ji bloka serdest a din CHP ye?
 
Ger CHP bi derketina AKP'ê veguhertineke cidî ya demokratîk û guhertinekê bixwaze, tiştekî ku em nikarin xwe jê dûr bixin heye; Yanî bi hêza têkoşînê ya ku me mezin kiriye têkoşîna li dijî AKP'ê ronî bike û AKP'ê tune bike. Mesela, îro Erdogan çi dibêje 'divê Tirkiye bikeve pêvajoyeke nermbûnê.' Erdogan dema di lûtkeya desthilatê de bû pir pozbilind bû, lê cara yekem ket pozîsyona partiya duyemîn. Niha jî bi dirêjkirina vê pêvajoyê, AKP bi rastî jî hewl dide desthilatdariya xwe careke din xurt bike.
 
 
Toplumsal mücadeleyi sönümlendiren, toplumu beklentili hale sokan her müzakere ve "yumuşama", yürütülen mücadeleye ve halka karşı işlenmiş bir suçtur. Temel hedefimiz AKP-MHP faşist iktidarını yıkmaktır. 
 
Nexwe aqilê ber bi pêvajoya "nermbûnê" ve hat, bêhurmetiyê li hêrsa civakê ya li hemberî AKP-MHP’ê, têkoşîn û hewldanên wê dike. Ya duyemîn di bin navê "nermbûnê" de rastî kodên damezrandina dîrokî yên dewletê tê. Piştre jî tê gotin ku "dema behs berjewendiyên me yên serweriyê bin, em daxwazên gel nahesibînin." "Tirkîtiya spî", "Tirkîtiya kesk" ferq nake, em ê li dor heman maseyê rûnên yan na? Ew ê rûnin. Her muzakere, diyalog an jî wekî îro jê re tê gotin “nermkirin” ku têkoşîna civakî xira dike, civakê ji ya pêwîst zêdetir bendewar dike û wê wekî objeyekê bi kar tîne. A rast ev sûcê li hemberî têkoşîna tê kirin û li hemberî gel e. 
 
Armanca herî bingehîn a ku me di çarçoveya Tifaqa Ked û Azadiyê de xistiye rojeva xwe, hedefa ku wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tune bike ye. Ev ne tiştekî demsalî ye. Ev tiştek e ku dê pêşerojê jî rizgar bike. Ji ber ku bêyî hilweşîna vê desthilatê, çep, têkoşîna sosyalîst, têkoşîna civakî şansê xwe tune ku xwe xurttir tamîr bike. Ev desthilat derbeyeke mezin li me dixe. Armanca tunekirina AKP'ê û têkoşîna tifaqê ya li ser vê armancê jî wê xwe xurtir bike. Wê xwe bike alternatîfa desthilatdariyê.
 
Wê tifaq wekî armanca sereke xwe li ser esasê lidijîbûna AKP'ê bisêwirîne?
 
 
Em dibêjin ku divê di serdema nû de Tifaqa Ked û Azadiyê tenê li ser esasê dijberiya hişk a li hemberî AKP'ê an jî dijberiya du blokên serdest pêş nekeve. Divê çareserî xwedî hêz be. Divê xwe wekî alternatîf nîşan bide. 
 
Em dibêjin ku divê di serdema nû de Tifaqa Ked û Azadiyê tenê li ser esasê dijberiya hişk a li hemberî AKP'ê an jî dijberiya du blokên serdest pêş nekeve. Divê çareserî xwedî hêz be. Divê xwe wekî alternatîf nîşan bide. Li vir ew e ku ew li ser nîqaşên destûra bingehîn a nû çi difikire. Nêzîkatiya wê ya li polîtîkayên kedê wê çawa be? Xweza wê têkiliyên mirovan çawa bi rêk û pêk bike? Ji ber vê yekê, gava ku hûn xwe wekî hişê çareseriyê nîşan bidin, rêwîtiya we ya desthilatdariyê dê dest pê bike. Dema ku em ji vir bihesibînin, avakirina nîqaşên tifaqa serdema nû weke tifaqa têkoşîna civakî ya rast ji bo me gelek avantajên xwe hene. Bi gotineke din seferberî û konferansên rêxistinbûyînê her du siyaseta demokratîk a kurd, HDK û DEM Partiyê hatin lidarxistin. Bi gotineke din, pêvajoyên pratîkî yên vê konferans û seferberiyê dê ji niha û pê de bi hêztir dest pê bikin û pratîktir bibin.
 
Armanca seferberiya rêxistinî ya ku we behs kir çi ye û dê çi gavên pratîkî werin avêtin?
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev demeke dirêj e di bin navê “Plana Çokşikandinê" de li dijî çeperên herî xurt ên têkoşînê yên Tirkiye û Kurdistanê êrişên pir sîstematîk pêk tîne. Di rastiyê de em ji vê re dibêjin rejîma darbeya sîstematîk. Ji ber ku ji bo me her tim çalak e. Salên navberê ev nîşan dan; Rêya têkbirina 'Plana Hilweşînê' ne bi zemînên hazir ên wekî hilbijartina ku sîstemê datîne pêşiya me. Yanî me dît ku tenê li ser zemînên hazir ên wekî hilbijartinan em nikarin têkoşîna gel a azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê bi ser bixin. Niha jî ya sereke ya vê konferansê û rêxistinkirina seferberiyê ev e. Ji ber vê yekê em dikarin jê re bibêjin demokrasiya rasterast an jî têkoşîna şoreşgerî.
 
Rastiya gel a ku ji aliyê tevgera şoreşger a Kurdistanê ve hatiye avakirin, tevgereke ku ji xwe derbas dibe. Yanî ew tenê bi rêxistina diyarkirî ve nayê binavkirin. Yanî bi DBP û DEM Partî nayê wesfandin, ji wê derbas bûye. Ji ber vê yekê, wek nimûne, dibe ku hûn nikaribin li deverekê rêveberiyekê ava bikin, lê hûn dikarin bi deh hezaran dengan bigirin li cîhekî wê rêveberiya we tune ye. Nexwe gel heye. Yên ku ji te hez dikin û di bin her şert û mercî de te dişopînin hene. Lê yên ku beşdarî têkoşîna we ya rêxistinkirî dibin di wê astê de ne. Armanca sereke ya rêxistinkirina seferberiyê û lidarxistina konferansê ev e. Yanî em ê çawa bi milyonan ku xwe dane têkoşîna sosyalîst a Kurdistan û Tirkiyeyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê, bigihînin rêxistineke gel a ku dibîne, dişopîne û dike hedef û li ser esasê vê xwe rêxistin dike? Em ê çawa li gund, tax, kuçe û kolanan, bajarên ku nû pê dikevin û têkiliyên bajarên xwe wekî rêxistineke giştî ji nû ve ava bikin û xurt bikin?
 
Em dikarin bibêjin ku seferberiya rêxistinî ji bo qutbûna di gel de çêbûye xwedî armanceke çareseriyê ye? 
 
Bi her awayî pirsgirêka herî bingehîn ev e; Rastiyeke me ya rêxistinî heye ku ji gel hatiye îzolekirin û qutbûyî ye, lê îdîa dike ku li ser navê gel tevdigere. Ev xala sereke bû ku me piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan rexne li xwe kir. Têkoşîna gel e, lê gel tê de nîne. Wê demê seferberiyeke ku pozîyonên me yên pêşengiyê krîtîk dike, rewşa me cardin di ber çavan re derbas dike. Yanî meseşa em di pêvajoya wê faşizm bifelişe de em xwedî payekê ne, lê bawer bikin me diakribû zûtir faşîmzê birûxîne. Yanî diviyabû ev pêvajo ew qasî enajotana. Me dikaribû faşîzmê zûtir ber bi pêvajoya çareseriyê ve bibira. 
 
 
Li gel rojeva tifaq û rêxistinê, kampanyayeke ku pêşî li rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd digire, di rojevê de ye. Platforma Saziyên Demokratîk amedekariya mîtînga mezin a 13’ê Cotmehê ya Amedê dike. Di çarçoveya mîtîngê de hûn ê çi bibêjin?
 
Mîtînga ku em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê li dar bixin, çalakiya fînalê ya kampanyaya mehekê ye ku em dixwazin di 26’emîn salvegera 9’ê Cotmehê de pêk bînin. Ji bo me têkoşîna li dijî polîtîkayên nepêwendiya mutleq ya li ser birêz Ocalan, ne têkoşîneke ku bi kampanyayan an jî bi hin demjimêran were meşandin. Yanî êdî em dizanin ku bi şêwazeke têkoşînê ya ku dem bi dem gur ibe û ditepise em nikarin vê bi ser bixînin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê ji aliyê gelê kurd û dostên rêberê gelan birêz Ocalan ve bi navê 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk' pêvajoyeke çalakiyên navneteweyî hat destpêkirin. Ev pêngav mantiqa sereke ya vê kampanyayê ye ku em ê bi mîtînga azadiyê tacîdar bikin. Bi gotineke din, têgihiştina me heye ku di salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de vê pêngavê berfireh bikin û di pêvajoya piştî mîtîngê de jî xurt bikin. Bi rastî, ger em li sala borî binêrin, me hewl da ku di çarçoveya tevgerê de karên cidî bikin. Meşa Gemlîkê, Meşa Azadiyê ya 15 rojan, Xwendinên Azadiyê yên ku hê jî berdewam dikin, daxuyaniyên rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Tirkiye û Kurdistanê yên li ser azadiya birêz Ocalan û gelek tiştên bi vî rengî..
 
Mîtîng, bi giştî di çarçoveya van gotinên we de tê çi wateyê?
 
Kî çaw alê mêze dike bila bike, kesên vê krîmînalîze dikin; heqîqet heye. Gelê kurd û dostên wan birêz Ocalan wekî rêberê gelan dibînin. Wî wekî rêberê têkoşîna berdewam dibînin. Ew wî weke hizra xwe ya stratejîk dibînin. Wî wekî kesekî ku ew mezin kirine û anîne  vê rojê dibinin û niha di hucreyeke 10 metrekareyî de ye û têkoşineke muazzam dike. Ev pêwîstiya rêzgirtina me ya ji heqîqet, dîrok û nirxên me yên têkoşînê re ye. Kî ji vê çawa direve bila bireve. Lê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê nerevin.
 
 
Gelê kurd û dostên wan birêz Ocalan wekî rêberê gelan dibînin. Wî wekî rêberê têkoşîna berdewam dibînin. Lewma ev mîtîng ji bo me gelekî girîng e. 
 
Mîna çalakiyên 'Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin' a li dijî komploya 9'ê Cotmehê ji me re rêzek, xetek lazim e. Divê em bi hev re rê li ber vê yekê vekin. Ji ber vê yekê, em ê bibêjin, em ê rêyekê bibînin an jî vekin. Lê em ê ji vê rastiyê nerevin. Di vê wateyê de mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmehê ji bo me gelekî girîng e. Ji ber vê yekê ev ne mîtîngeke klasîk e. Mîtînga 13’ê Cotmehê li dijî Rêbertiya gelê kurd û polîtîkayên li ser Rêbertiya gelê kurd hatiye kirin, mîtîmnga azadiyê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê, hemû dostên xwe yên welatparêz, dost, demokrat û şoreşgeran dikin ku di civîna azadiyê ya Amedê de bên cem hev. Ji ber ku ew roj wê bibe roja xweceribandinê xwe û îradeya xwe ya li dijî hêzên hegemonîk û hêzên faşîst ên ku polîtîkayên Îmraliyê li ser me ferz dikin.
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir