Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze

  • rojane
  • 16:12 18 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna taybet a li Herêma Federe ya Kurdistanê didome. Rojnameger Aram Germiyanî diyar kir ku PDK ji pêşmergeyan dixwaze ku wêneyê dengê xwe bikişînin û ji wan re bişînin. 
 
Dengdana taybet a li Herêma Federe ya Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve dest pê kir. Li 4 herêmên hilbijartinê û Kerkûk û li 74 bajarên Iraqê bi giştî li ser 165 sindoqan deng tên dayin. Hêzên ewlekariyê, girtî, kesên astengdar û nexweşên li nexweşxaneyan ku nikarin biçin ser sindoqan ji niha ve dengê xwe didin. Di vê çarçoveyê de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye. Dengdayîn serê sibehê saet di 07.00’ê de dest pê kir û dê saet di 18.00’ê de biqede. 
 
Di van hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dê cara ewil dê deng bi rêya pergala elektronîk bên hejmartin. Dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ve bê kontrolkirin. Ji bo hejmartina dengan jî dê cîhazê jê re dibêjin PECOS were bikaranîn. 
 
Rojnameger Aram Germiyanî ku hilbijarinên Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanan axivî. 
 
‘PDK’Ê WÊNEYÊN DENGAN XWEST’
 
Germiyanî, da zanîn ku di hilbijartina îro de li Hewlêr, Silêmaniye û Helebçeyê rageşî derketiye. Germiyanî, wiha domand: “Sedema wê jî ew bû ku hêzên ewlekariyê xwestin bi telefonên xwe bikevin hundir lewma rageşî derket. Rageşî piranî li Hewlêrê derket. PDK’ê zext li hêzên ewlekariyê kir û jê xwest ku wêneyê dengên xwe bişînin. Bawer nakin ku dê hêzên ewlekariyê dengê xwe bidin wan lewma wêneyî lê ferz dikin. Li Helebçeyê jî bi heman sedeman rageşî derket. Li Silêmaniyeyê di navbera alîgirên YNK û Lahur Cengî de rageşî derket. Li Şeqlavaya ya Hewlêrê li dibistana Nêrgizê şer derket û çek hatin bikaranîn. Ji bilî vê rageşiyên cidî nehatin dîtin. Kesên di hilbijarina taybet de dengê xwe didin piranî hêzên ewlekariyê ne. Hêzên leşkerî jî girêdayî YNK û PDK’ê ne lewma piraniya dengan ji bo van partiyan diçin. Li Hewlêr û Dihokê PDK, li Silêmaniye û Helebçeyê jî YNK zêdetir dengan distîne.” 
 
NASNAMEYÊN LI CERDEVANAN HATINE BELAVKIRIN 
 
Germiyanî, got ku di hilbijartinên berê de PDK’ê herî zêde deng ji derdorên ji derve anîn girtiye û wiha pê de çû: “PDK bi taybet jî kesên li Tirkiyeyê cerdevan û girêdayî dewletê tîne vê derê û dengan pê dide avêtin. Her wiha alîgirên ENKS’ê jî ji Rojava tên Başûr û deng didin PDK’ê. Ev kes piranî li Hewlêr û Dihokê dijîn. Ji bilî vê, her wiha êzidiyên li Şengalê jî ji ber zextê dengê xwe didin PDK’ê. Li gorî qanûnên Iraq û Herêma Kurdistanê ev kes nikarin deng bidin. Lê PDK ji bo van nasnameyan derdixîne û rehiyan pê dide avêtin.” 
 
Bi domdarî Germiyanî bi bîr xist ku di serdemên berê de hilbijartin ji hêla komîsyoneke ji hêla Herêma Federe ya Kurdistanê ve hatiye avakirin dihat lidarxistin û wiha derbirî: “Lê belê vê carê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ve bên lidarxistin. Lîsteya kesên dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin jî ji hêla vê komîsyonê ve hate diyarkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî, di navbera lîsteya komîsyona hilbijartinê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û ya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê de derdora 300 hezar û 400 hezar hilbijêrên sexte hene. Ev kes hatine jêbirin. Ev nav tevek jî PDK’ê daye nivîsandin.” 
 
‘PDK’Ê JI ERDOGAN ALÎKARÎ XWEST’
 
Germiyanî, bi lêv kir ku di hilbijartinê de rewşa PDK’ê krîtîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Ne pêkan e ku PDK rêjeya dengan a berê bi dest bixe. Ji bo vê xebateke mezin dan destpêkirin. Nêçîrvan Barzanî çû Enqereyê û bi Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir. Ji Erdogan alîkarî xwest. Lê ji ber rewşa siyasî ya li Iraqê, wisa xuya dike ku dê hêza Tirkiyeyê têr neke ku PDK’ê xelas bike.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'