AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku piştî 43 mehan hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye û got: "Vekirina rêyên diyalogê girîng e, lê divê aktor li vir rola xwe bilîzin. Tecrîd astengiyek pir cidî ye ji bo lîstina vê pozîsyonê."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, piştî 43 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan ku di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku tecrîd hîna didome û têkildarî gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd got: "Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bibim."
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî pirsgirêka kurd û tecrîdê de axivî.
'ÎMRALI SINDOQEKE GIRTÎ YE'
Yilmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan ne girtiyekî asayî ye û got ku ji roja ku ew anîne Tirkiyeyê hemû mafên wî tên binpêkirin. Yilmaz anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bi demê re li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û bal kişand ser hevdîtina piştî 43 mehan û wiha got: "Ev ne pêkanîneke ku karibe bi tena serê xwe tecrîdê ji holê rake. Em dikarin bibêjin ku tecrîd bi rêkûpêk bi bikaranîna hemû mafên ku girtî dikare bigihîjê, wekî gihandina parêzer, telefon û nameyan tê rakirin."
Yilmaz bi bîr xist ku girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di bin tecrîdê de ne û tu agahî ji wan nayê girtin û got: “Em nizanin li wir çi diqewime. Girtîgeha Girava Îmraliyê niha sindoqeke girtî ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bi temamî were rakirin.
'DIVÊ AKTOR KARIBIN ROLÊN XWE BILÎZIN'
Yilmaz îşaret bi wê yekê kir ku bangên Abdullah Ocalan ên "rawestandina şer" ji aliyê civakê ve rastî beramberiyeke cidî hatine û got: "Ev demeke dirêj e em dibêjin, lê herî dawî Serokê Giştî yê MHP'ê jî li Meclisê daxuyanî da. Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bêdengkirina çekan û vekirina rêyên diyalogê pir girîng e, lê divê aktor jî li vir rola xwe bilîzin. Tecrîda ku em behs dikin astengiyeke pir cidî ye ji bo lîstina vê pozîsyonê."
Yilmaz bilêv kir ku pêvajoya diyalogê ya bi Abdullah Ocalan re ku di sala 2013'an de li Îmraliyê dest pê kir û di sala 2015'an de bi dawî bû hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyeke cidî afirandiye, lê paşê gelek kes jiyana xwe ji dest dane û binpêkirinên mafan zêde bûne.
Yilmaz diyar kir ku divê zirarên şer ên di nava civakê de di serî de aborî, civakî û mafên mirovan bi hemû aliyên xwe ve bên eşkerekirin û got: "Divê em careke din binpêkirinên têkildarî pirsgirêka kurd ên di 9 salên dawîn de tên kirin, bi bîr bînin û aştî çawa aramiyê çêdike gengeşe bikin."
Yilmaz destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2014'an de ji bo Abdullah Ocalan dabû û Tirkiyeyê ji bo wê tu gav neavêtibûn careke din hatiye gengeşekirin. Yilmaz got: "Em li vir behsa mafê bingehîn ê mirovan dikin. Dema ku mirov ji ber kirdebûna Ocalan an jî endamtiya PKK'ê di girtîgehê de bin, ev nayê wateya ku wê ev maf ji holê bê rakirin. Ev maf ji bo her kesî wekhev derbas dibe. Em careke din tekez bikin ku divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn di warê mafan de wekhev bin."
Yilmaz destnîşan kir ku divê Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) bê rakirin û got: "Bi sed hezaran binpêkirinên ku ji aliyê TMK’ê ve hatine kirin hê jî didomin. Heya xebatên şênber û mayinde neyên kirin demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareserkirina meseleya kurd ne pêkan e. Li vir divê desthilat ji dil tevbigere. Li gorî min divê di van xebatan de rêxistinên sivîl jî piştgiriyê bidin saizya siyasetê û civakê."
MA / Rûkiye Adiguzel