Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev

  • jin
  • 16:28 2 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Sebahat Tûncel a di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî, wiha got: “Têkoşîna azadiyê dê di qêrîna azadiyê ya jinan de bilid bibe. Divê kesên ji vê pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev.”

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Xwe ya Jinan li Navenda Çand û Hunere ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê li dar dixe. Di konferansê de nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên HDK’ê jî axivîn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, diyar kir ku pergala kapîtalîst a cîhanê di nava krîzê de ye û diyar kir ku li dijî pergala kapîtalîzmê ku her tişt tê de ye, têkoşîna jinan mezin dibe. Mertoglû wiha domand: “Li cîhanê pêvajoyeke ku kesên li dijî polîtîkayên cudakar û nîjadperest têdikoşin ji hev vediqetîne. Têkoşîna li dijî şer heye, lê ev têr nake, ji ber ku kapîtalîzm hewl dide rêbazên ji bo derbaskirina krîza xwe bibîne. Siyaseta berfireh li her derê cîhanê tê meşandin. Divê em li dijî meylên cuda têkoşînê bikin. Têkoşîna li dijî faşîzmê divê têkoşîna tevgera azadiya Kurd û jinên sosyalîst ên li Tirkiyeyê ronî bike.”
 
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI DIJÎ PEVÇÛNÊ XALEKE KRÎTÎK E’ 
 
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara jî diyar kir ku HDK qada hevpar a têkoşînê ye û wiha got: “Em behsa têkoşîna jinên li her derê cîhanê li Filistîn û Rojava li berxwe didin, dikin. Ji ber ku yên hêviyê mezin dikin, têkoşînê dikin, jin in. Rojava şoreşa jinê ye. Em spasiya jinên ku ev hêz dane me dikin. Têkoşîna hevpar a li dijî pevçûnê xalek krîtîk e."
 
‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Di konferansê de ji rêxistina Rizgariya Jinê Gamze Taşçi jî mafê axaftinê girt û peyam da ku ew ê li dijî hewldanên îtaetkirina jinan berxwedana xwe mezin bikin. Gamzeyê wiha domand: “Hewl didin rêgezên qanûnî bi kar bînin da ku hêza jinê ji holê rakin. Ji bo pêşî li mezinbûna têkoşîna jinê bigirin, bi astengkirina dirûşma 'Jin jiyan azadî' li dijî xeta me ya îdeolojîk operasyonê pêk tînin. Li hemberî van hemû hewldanan, têkoşîna jinên Tirk û tevgera jinên Kurd bi 'Jin jiyan azadî' di rê de dimeşin. Têkoşîna me ya pêş wê azadiya jinê be."
 
‘DIVÊ EM RÊBAZÊN XWE PARASTINÊ BELAV BIKIN’ 
 
Endama Desteya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Tulay Korkûtan got: “Pêwîst e têkoşîna jinan mezin bibe. Em hêvî û berxwedanê mezin bikin.” Endama Partiya Çep a Keskan Oya Jale Uçar jî got: “Çareserî têkoşîna bi hev re ye. Tenê em dikarin ji şîdeta mêran û komkujiya xwezayê re bêjin raweste. Divê em rêbazên xweparastinê belav bikin."
 
‘EM Ê DAWIYÊ LI VAN BÎNIN’ 
 
Ji Nobeda Edaletê Fînce Akman jî wiha got: "Dijminê me ji xwîna ciwanên me û mirina jinan têr nabe. Yê dawiyê li van bîne ne dewlet, em in. Ji jinan ditirsin. Tovê ku birêz Abdullah Ocalan daniye wê tu carî winda nebe, ma em ê ji jiyana xwe bitirsin?"
 
‘PÊDIVÎ BI BERFIREHKIRINA HDK’Ê HEYE’ 
 
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku di sala 2011'an de yekemîn hevberdevka HDK'ê bû, pêvajoya damezrandina HDK'ê bi bîr xist û got: “Dema me HDK ava kir, me got ku em ê civakî bikin û ya siyasî jî civakî bikin. Em dibêjin ku pêwîstî bi berfirehkirina HDK'ê heye. Di vê demê de em bi rewşeke nû re rû bi rû ne; pêvajoyek heye yan na? Lê ya sereke ev e ku bi salan e me gotiye pirsgirêka kurd bi rêya muxataban dikare were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Ji bo me ya girîng bernameya me ye. Em ê rêyekê bibînin yan jî rêyekê vekin. Ji ber vê yekê em nikarin baweriya xwe bi wan bînin. Divê em ji bernameya xwe ya siyasî bawer bikin."
 
‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’ 
 
Sebahat di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Pergala kapîtalîst a mêr jiyana jinan zehmet dike. Îstîsmara jinê di asteke ku nayê tehemulkirin de ye, qetlîamên li ser jinan gihiştiye asta qirkirina jinê. Em dibêjin Edî bes e. Têkoşîna azadiyê wê bilind bibe. Têkoşîna azadiyê dê di qêrîna azadiyê ya jinan de bilid bibe. Divê kesên ji vê pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev. Em ê bi hev re siberoja xwe ava bikin û bi ser kevin.”
 
Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.
 
 

Sernavên din

05/11/2024
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin