MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku cara sêyemîn e li şûna wî qeyûm tê tayînkirin, wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke demokratîk û azadiya gelê kurd dê bidome.”
Di saetên serê sibehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bû car sêyemîn qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredar Ahmet Turk ji peywirê hate girtin û waliyê bajar Tuncay akkoyun li şûna wî weke qeyûm hate tayînkirin. Wezareta karên hundir di daxuyaniya xwe de doz û lêpirsînên derheqê Turk de weke hinceta tayînkirina qeyûm nîşan da. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê niha di dorpêça polîsan de ye.
NÎŞANEYA BÊHIQÛQTIYÊ YE
Hevşaredar Ahmet Turk têkildarî tayînkirina qeyûm ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Turk, got ku biryara tayînkirina qeyûm nîşaneya bêhiqûqtî û bêedaletiya li Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Xespkirina îradeya gel, di esasê xwe de nîşan dide bê ka demokrasiya vî welatî di çi astê de ye. Me siyaseteke ji bo xwişk-biratiya gelan, hevhembêzkirina gelan meşand. Xebatên me ji bo vê bûn. Me demokrasî esas girt. Em di wê baweriyê de bûn ku pirsgirêkên vî welatî tenê dikarin bi komara demokratîk çareser bibin. Em hêj jî bi vê baweriyê ne. Lê belê em dibînin ku siyaseta ji bo bêzarkirina civakê, gelan û gelê kurd didome. Vaye cara sêyemîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tê tayînkirin. Mînakeke wiha di dinyayê de tune ye.”
‘EM Ê TU CARAN HÊVIYA XWE WINDA NEKIN’
Bi domdarî Turk bi lêv kir ku ew ê tu caran hêviya xwe winda nekin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelên me dê li dijî vê bêdeng nemînin. Em heta niha her tim ji bo pêşerojeke demokratîk û azadiya gelê kurd têkoşiyan. Dê ev têkoşîna me bidome. Weke encam dikarim vê bibêjim; xespkirina îradeya gel, tê wateya tunehesibandina gel. Di wê baweriyê de me ku gelê me dê vê xespkirina îradeya xwe qebûl neke û berteka xwe nîşan bide.”
‘DIXWAZIN BÊDENG BIKIN’
Turk, da zanîn ku feraseteke siyasetê ya ku hewl dide gelê kurd ji hêzê bixe di meriyetê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî peyamên xwe yên têkildarî pirsgirêka kurd jî, îktîdar bi tayînkirina qeyûm hewl dide gelê kurd bêzar bike û bêdeng bike. Dema di vê mijarê de bi ser ketin jî dê ‘pêvajoya çareseriyê’ li gorî daxwaza wan pêş bikeve. Mirov nikare ji vê re bibêje çareserî. Dixwazin gel bêzar û bêdeng bikin. Rêveberiyeke ku tu caran demokrasiyê naxwaze. Em van tevan dijîn. Sepanên îro di meriyetê de ji yên berê cuda nînin. Em nizanin dê encamên çawa bi xwe re bînin. Texmînên me hene. Naxwazim niha têkildarî pêşerojê zêde tiştan bibêjim. Lê em di serdemeke wisa de ne ku bêedaletî û bêhiqûqî didome. Hevalên me dê bên, dê hevserokên me yên giştî bên. Em ê bi hev re biryarên hevpar bidin. Em ê li gorî biryarên partiyê jî xebatên xwe bidomînin.”
MA / Ahmet Kanbal