ÊLIH - Şaredariya Êlihê Civîna Asayî ya Mijdarê ya Meclisa Şaredariyê li pêşiya şaredariyê li dar xist ku di dorpêça polîsan de ye.
Meclisa Şaredariya Êlihê bi serokatiya Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Civîna Asayî ya Mijdarê li dar xist. Civîn, li pêşiya şaredariyê hat lidarxistin ku di dorpêça polîsan de ye. Sonuk, li vir axivî û diyar kir ku di her duşema ewil a mehê de dicivin, di civînê de li ser kêmasiyên heyî, daxwazên gel nîqaş kirine. Sonuk, bi domdarî destnîşan kir ku ev meh ji mehên din cuda ye û wiha got: “Ji ber ku çar dîwarên şaredariya me hatin xespkirin. Weke rêveberiya şaredariyê em vê biryarê qebûl nakin û nas nakin. Heke çar dîwar hebin jî nebin jî em ê xebatên xwe bidomînin. Heke çar dîwar nebin, kolan ên me ne. Lewma em ê dest bi civîna xwe bikin.”
Piştre jî rojevên meha mijdarê hatin ragihandin û li pêşniyaran hate guhdarîkirin. Piştî nîqaşan jî xalên di rojevê de hatin nîqaşkirin û pêşkeşî endamên meclisê hatin kirin.
Sonuk, piştî civînê dîsa axivî û ev tişt anî ziman: “Civîn qediya lê dê têkoşîna me bidome. Biryarên me dayin bila ji bo jinan, ciwanan, zarokan û gelê me bixêr bin.”
Civîn, bi dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.