MÊRDÎN- Di çarçoveya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li Qoserê meş tê lidarxistin.
Berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike. Xelkê Mêrdînê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nobeta xwe didomîne û li Qoserê jî gel dest bi meşê kir. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û bi sedan kes tev li meşê bûn.
Hevşaerdar Ahmet Turk dê piştî meşê li Qada Azadiyê daxuyaniyê bide.
Berfirehiya nûçeyê tê...