ÊLIH - Polîsan êrişî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Piştî Şaredariya Êlihê hat desteserkirin, li kolanên bajêr bi çepik û dirûşmeyan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Polîsan bi guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiya gel kir. Gelê ku tevî êrişî jî gav paşde neavêt, li ber xwe da.
Di dema çalakiyan de endamên meclisa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Hinek navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Adem Tufan, Hatîce Sonuk, Mîzgîn Sonuk, Muzaffer Yildirim, Urmiye Sonuk, Emîn Yildiz, Sûltan Acar, Aliye Tok, Şîlan Aydin, Fîkret Soysal, Sîbel Sûna, Veysî Açikalin, Ozdemîr Çelik, Tacettîn Sevaci, Gulşen Kornaz, Îbrahîm Ozsûna, Elîda Koç, Hamza Gok, Dîlan Acar, Yûsûf Kaya, Abdulsamet Hîso, Ramazan Bîlmez, M. Can Bariş, Mûhsîne Bariş, Serdar Bariş, Salîh Tekîn, Selîme Cengîz, Mûsa Eren, Destegul Daş, Mehmet Salih Bayindir.”