AMED - Pêkhateyên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê diyar kirin ku polîtîkayên qeyûm îflas kirine û êdî encamek jê dernakeve.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Bertekên li dijî qeyûman di tevahiya rojê de domiyan.
Nûnerên saziyên di Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê de cih digirin, biryara tayînkirina qeyûm weke “xespkirina îradeya gel” nirxandin.
POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ÊN LI DIJÎ JINAN
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen, diyar kir ku îktîdar ji ber bêtehemûliya xwe ya li hemberî siyaset û demokrasiyê qeyûman tayîn dike. Îşbîlen, wiha domand: “Nikarin welêt birêve bibin lewma qeyûman tayîn dikin. Piştî DEM Partiyê li Amedê şaredarî bi dest xistî reng hate bajar. Xebatên civakî hatin kirin. Anku asayîbûnek li Amedê çêbû. Anku kurdan rêveberiyeke ku çand û zimanê xwe bi rehetî dijiya ava kirin. Qeyûman, di demên berê de weke karê ewil saziyên jinan girtin. Lewma jinên rastî tundiyê dihatin pirsgirêkên mezin jiyan. Qet nebe di nava 5 mehên dawî de cihekî ku jinan li dijî tundiyê serî lê dida hebû. Bi rehetî dihatin û piştgirî digirtin. Lê dîsa pêşiya wan hate girtin. Dîsa bi tundiyê re rû bi rû hatin hiştin.”
'DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYÊN ÎFLASKIRÎ BERDIN’
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz jî got ku qeyûm, encama neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Yilmaz, wiha domand: “Îktîdar di vê mijarê de neçareseriyê ferz dike. Ji 1’ê cotmehê ve îxtîmala ku meseleya kurd bi rê û rêbazên demokratîk were nîqaşkirin çêbûbû. Lê bi vê sepanê re xuya bû ku di neçareserkirinê de biisrar in. Divê tavilê dev ji sepanên qeyûm berdin. Qeyûman di 8 salan de pir texrîbat kirin. Ev yek binpêkirineke giran a mafê bijartin û hilbijartinê ye. Hevşaredar nikarin peywira xwe bikin. Van polîtîkayan êdî îflas kirine.”
'DIVÊ HEVŞAREDAR LI PEYWIRA XWE VEGERIN’
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî diyar kir ku tayînkirina qeyûm, bêrêziyeke li dijî îradeya hilbijêran e. Guleç, bi domdarî wiha got: “Ev teqez nayê qebûlkirin. Sepaneke derhiqûqî ye. Em qeyûm rast nabînin. Divê hikûmet rêzê ji mafê bijartin û hilbijartinê re bigire. Divê hevşaredar dîsa li peywira xwe vegerin. Gel, di ferqa bêhiqûqiya heyî de ye û di 31’ê Adarê de berteka xwe nîşan da.”
‘ÊDÎ DEMA EM WINDA BIKIN TUNE YE’
Hevserokê Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Serhat Kiliç jî bi lêv kir ku bi xespkirina îradeya gel re rû bi rû ne. Kiliç, axaftina xwe wiha qedand: “Bi awayekî demokratîk bûn îktîdar lê mixabin niha tehemûla tu tiştekî nakin. Ne aliyekî hiqûqî ne jî exlaqî heye. Ev 8 sal in em bi vê rewşê re rû bi rû ne. Lê van polîtîkayan encamek bi xwe re ne anî. Dê ji vir û şûnde jî neyîne. Divê her kes li dijî vê bêexlaqî û bêhiqûqiyê derkeve. Ji ber ku bi rastî êdî dema em winda bikin tune ye. Êrişeke li dijî îrade û hebûna me ye. Em li dijî vê xwedî li îrade û hebûna xwe derdikevin.”
MA / Heval Onkol