NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Fox Newsê, di hilbijartinên DYA’yê de namzetê Komarparêzan Donald Trump bi ser ket.
Bi milyonan kes li DYA’yê ji bo diyarkirina serokê nû çûn ser sindoqan û ji bo namzeta Demokratan Kamala Harîs û namzetê Komarparêzan Donald Trump deng dan. Kanala nûçeyan a Fox Newsê ku nêzî Donald Trump e, ragihand ku Donald Trump 277 delege bi dest xistiye û bi ser ketiye.
Li gorî ajansa nûçeyan a The Associated Pressê (AP) jî hejmara delegeyan weke Trump 267 û Harrîs jî 214 ragihand.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî Donald Trump li Navenda Kongreyê ya Palm Beach Countyê axivî û got: “Ji ber ku ez weke serokê 47’emîn hilbijartin, spasiya gelê Amerîkayê dikim.” Trump, got ku kontrola xwe ya li Senatoya DYA’yê dîsa bi dest xistine.