WAN - Welatiyên ku li Wanê bertek nîşanî desteserkirina vînê dan, li hemberî daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Muhatabê me birayên me yên kurd in" Îmraliyê nîşan dan.
Di demeke ku gengeşeyên "pêvajoya nû" ya çareseriya pirsgirêka kurd dewam dikin de, qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê hatin kirin. Li Wanê welatiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan.
'DIVÊ HÛN RÊZÊ LI VÎNA GEL BIGIRIN'
Îrfan Turkoglû anî ziman ku ji ber bêhiqûqiyan welat bûye ku kes nikare lê bijî û wiha got: "Li vî welatî hilbijartin hat kirin û her kesî dengê xwe da partiya herî nêzî xwe. Lê dîsa dest bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan kirin. Ma ev ne neheqî ye? Min bi xwe du heyaman dengê xwe da AKP'ê, lê piştî ku min neheqî û zilma wan dît, min got 'xwezî destê min bişikiya min raya xwe nedana wan.' Li welêt bi navê aramiyê tiştek nehiştine. Ji ber şer û pirsgirêkan li welêt bi navê aboriyê tiştek nemaye. Madem hûn ê qeyûm tayinî şaredariyan bikin nexwe çima hûn behsa mafê hilbijrtinê dikin. Madem mafê hilbijartinê heye, nexwe divê hûn rêzê li mafên mirovan bigirin. Divê hûn rêzê li vîna gel bigirin."
‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN'
Mûrat Doner bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a çendek berê ya li Meclisê ku gotibû "Mûxatabê me yê sereke birayên me yên kurd in" û got: "Pirsgirêk heye û muxatabê vê pirsgirêkê ne em in, Abdullah Ocalan e. Ger dilê wan û çareserkirinê hebe, bila biçin bi Wî re çareser bikin. Muxatab li wir e û gava hevdîtin bikin wê tu pirsgirêk nemîne."
'DIVÊ EM SERÎ NETEWÎNIN'
Mahmût Koktaş anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de qeyûm tayinî şaredariyan hatiye kirin û got: Divê em li ber vê zilmê serî netewînin. Divê em xwedî li vîna xwe derkevin."
Osman Akkoyûn bilêv kir ku qeyûm derbeya li vîna gelan e û wiha got: "Erdogan ji me re dibêje 'birayên min ên Kurd' û me wekî muxatab nîşan dide. Lê di heman rojê de zilmê li kesên ku jê re dibêje 'birayên min ên kurd' dike. Lê radibe qeyûm tayinî şaredariyên gel dike. Ku derê vêya bi hiqûqê re heye. Madem tu dibêjî 'sûcdar' nexwe çima hûn serlêdanan erê dikin? Ji ber van polîtîkayan aboriya welêt çûye. Sedema vê pirsgirêkê şer e."
‘OCALAN VÎNA ME YE'
Abdullah Patîr diyar kir ku Erdogan tu carî kurdan wekî bira nedîtiye û got: "Erdogan serê sibê ji wan re dibêje 'birayên min', danê êvarê jî qetil dike. Bi hezaran mînakên ku vê rewşê vedibêjin hene. Ewqas mirov qetil kirin. Li Roboskiyê bi dehan kes qetil kirin. Meriv çawa dikare bi yekî wiha re bibe bira. Bi rastî jî dilê wan û çareserkirina pirsgirêka kurd hebe, bila biçin bi muxatabê gelê kurd Ocalan re hevdîtinê bikin."