AMED - Jinan li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û gotin ku heta faîlên Narîn Guranê tên dîtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.
Danişîna ewil a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guran didome. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên jin li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Asu Kaya axivî û got ku ji destpêkê heta niha lêpirsîneke baş nehat meşandin. Kaya, diyar kir ku tu endamên malbatê yên ku bikarin mafên Narînê bi wêrekî biparêzin tune ne û ev tişt anî ziman: “Lê Narîna me bêxwedî nîne. Em naxwazin êdî navên zarokên me li eywanên dadgehan bê gotin.”
ELÇÎ: HINEK HÊZ FAÎLAN DIPARÊZIN
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî jî destnîşan kir ku belge û delîl ji hêla medyaya nêzî îktîdarê ve bi zanebûn hatine berovajîkirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya lêpirsînê de bi leha faîlan pêvajo hate domandin. Hinek hêzên di nava dewletê de bi zanebûn hewl dan faîlan biparêzin. Ev jî gumanan çêdike. Di dosyayê de derheqê 4 faîlan de ji ber sûcê kuştina biqesdî doza cemaweriyê hatiye vekirin û ev yek jî vê rewşê piştrast dike. Em dixwazin ku derheqê kesên di çarçoveya lêpirsînê de cih digirn de ji sûcê kuştina biqesdî ya zarokê doza cemaweriyê were vekirin û bên cezakirin. Saziya malbatê ya ku pîroz tê nîşandan, bûye sedema mirina Narînê.”
BUCAK: EM Ê DOSYAYÊ BIŞOPÎNIN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî destnîşan kir ku ew ê dosyayê bişopînin û heta darizandineke zelal, adilane û serbixwe tê kirin û faîl tên cezakirin dê dev ji dozê bernedin.
GUNEŞ: FAÎL JI HÊLA SIYASÎ VE TÊN PARASTIN
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî diyar kir ku qada zarokan ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve tê îstîsmarkirin û weke DEM Partiyê ew ê ji bo parastina zaroka têbikoşin. Guneş, got ku ew ê destkeftiyên zarokan biparêzin, mezin bikin û wiha pê de çû: “Faîlên bûyerê ji hêla siyasî ve tên parastin. Hêj niha jî nayê zanîn ka faîl kî ye û ev yek girîng e.”
BEŞTAŞ: EM Ê NEHÊLIN DOSYA WERE GIRTIN
Herî dawî jî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û ev tişt anî ziman: “Narîn hemû zarokên hatine qetilkirin temsîl dike. Emniyeta ku di bin çavan de telefonê nade, wesayîta ku delîla sûc e bêyî lêkolîn bike radest kir. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Em ê destûrê nedin dosyaya Narînê were girtin.”