RIHA - Berxwedana li navçeya Xelfetiyê ya li dijî desteserkirina îradeyê di roja xwe ya 4’an de ye. Siyasetmedar û gel mil bi mil berxwedanê didomînin.
Berxwedana li navçeya Xelfetî ya Rihayê yali dijî desteserkirina şaredariyê hat destpêkirin, mezin dibe. Çalakvanên ku di roja 4’an a çalakiyê de hatin pêşiya şaredariya di bin dorpêça polîsan de, bi Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Ayten Kordu, Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, Hevşaredarê Curnê Reşê Serhan Paydaş û Hevşaredarê Wêranşarê Bedriye Yorgun re li kolanan meşiyan.
‘GEL REJÎMA QEYÛMÊ QEBÛL NAKIN’
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Xelfetî neraze, xwedî li îradeya xwe derkeve”, “Qeyûm wê biçe, em ê bimînin”, “Bijî berxwedana Xelfetî” ve “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Hevşaredarê Wêranşarê Bedriye Yorgun di çalakiyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên qeyûmê darbeya li dijî mafê siyaset û rêvebirina jinan e û wiha got: “Qeyûm zarok û ciwanan bêpêşeroj dihêle. Qeyûm darbeyeke sivîl e. Gel rejîma qeyûmê qebûl nakin û wê qebûl nekin. Em ê bi ser bikevin. Gelê Xelfetiyê di 31’ê Adarê de îradeya xwe hilbijart. Kurd û Tirk jiyana hevpar hilbijartin.” Yorgun bang li hemû aliyan kir ku li dijî qeyûman rabin.”
‘QEYÛM DIZ E'
Hevşaredar Bedriye Yorgun got: “Qeyûm diz e, li şaredariyê diz heye.” Hevşaredar Mehmet Karayilan jî vê hişyariyê kir, “Bila her kes bibihîze diz hatiye navçeya me; derî û pacên xwe bigirin.”
Çalakvanan bi dirûşmeya “Xelfetî neraze, xwedî li îradeya xwe derkeve” heta pêşiya rêxistina DEM Partî ya navçeyê meşiyan.