COLEMÊRG - Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re ku hêzên kûr ên dewletê di êrişê de hatibûn girtin, 19 sal derbas bûn. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz, got: “Divê kurd ji vê darizandina dewletê re bo xwe dersên mezin bigirin.”
Di 9’ê mijdara sala 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya li Şemzînan a Colemêrgê bi bombeyan êriş hate kirin. Bi ser bombekirinê re 19 sal derbas bûn. Li gel ku faîl hatin girtin jî doz bi necezakirinê biencam bû.
Ji bersûcan berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ataş, di danişîna dozê ya di 20’ê kanûna 2021’ê de beraet kirin. Biryara beraetê di 28’ê sibata 2023’yan de hate erêkirin. Bersûcan beraet kir û xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz jî hate girtin û derheqê wî de gelek doz hatin vekirin. Ji doza bombekirina pirtûkxaneyê salek û ji ber serdema hevşaredariyê jî 22 meh cezayê hefsê dan Yilmaz. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv û ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 8 meh cezayê hefsê dan Yilmaz.
Yilmaz, da zanîn ku faîl dema sûc dikirin hatine girtin û ji ber zexta raya giştî nêzî 40 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn. Yilmaz, got: “Hikûmeta AKP’ê û Ergenekonê lihev kirin û di vê çarçoveyê de endamên JÎTEM’ê û îtîrafkar Veysî Ataş piştî 8 salan hatin berdan.”
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
Yilmaz, got ku Doza Pirtûkxaneya Umutê ji bo kurdan dozeke girîng e û sedema wê wiha vegot: “Eşkere bû ku ji çawişê pispor ê li ser navê dewletê kurdan dikuje heta endamên JÎTEM’ê, her kî dibe bila bibe ev kes nayên cezakirin. Ev kes an beraet kirin an jî ji sûcên biqisûr hatin darizandin û weke bên xelatkirin 1-2 sal cezayê hefsê dan wan. Divê gelê kurd ji bo xwe dersên mezin ji van darizandinên dewletê bigire. Bi sala ye di raya giştî ya tirkan de dibêjin ‘tirk û kurd bira ne.’ Ev gotin, bi xelatkirina kujerên kurdan re eşkere bû ku tenê gotinên xeyalî ne. Divê mijara bi rastî bê nîqaşkirin ne ev gotine ne; rêgeza hemwelatiya wekhev e. Dema kurd û tirk li hemberî hiqûqê wekhev bûn, wê demê mirov dikare bibêje dê li Tirkiyeyê mafên demokratîk bên dayin.”
EV 3 SAL IN DOZ LI AYM’Ê TÊ SEKINANDIN
Di berdewamê de Yilmaz dozên Mûsa Anter, Kerboran, “Çeteya Geverê” û hwd. bi bîr xist û wiha got: “Tevahya sûcên ji hêla JÎTEM’ê ve hatin kirin an bi demê re vehêlandin û dan jibîrkirin an jî ji ber demborînê hatin betalkirin. Li gel vê, yek ji mînakên şênber jî doza Şemzînanê ye. Ev bombeye li pêş çavên xelkê Şemzînanê avêtin lê dîsa jî bi îdiaya ‘Bi qasî tê xwestin delîl nehatin peydakirin’ biryara beraetê da. Doz, ev 3 sal in li AYM’ê disekine û tu pêşketin nîne. Jixwe AYM biryarekê bide jî îktîdara heyî guh nade AYM’ê. Lewma jî tu hêviyeke min nîne ku faîl bi awayekî adilane bên cezakirin. Ji bo hiqûq pêk were, divê têkoşîna demokratîk bê mezinkirin.”
‘EM ÊDÎ XWEZIYÊ BI HIQÛQA 12’Ê ÎLONÊ TÎNIN’
Yilmaz, bi domdarî bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û ev nirxandin kir: “Sedema girtina ji peywirê ya şaredarê Esenyurtê, kurdbûna wî ye. Qala hevdîtineke telefonê ya 10 sal berê dikin. Ev yek nîşan dide ku bi şahidekê nepen her kes dikare were girtin. Êdî dewlet bi rehetî hêmayên sûc dibîne. Em bi salan li dijî hiqûqa 12’ê Îlonê têkoşiyan lê di vê serdemê de êdî mirov xweziya bi wê hiqûqê tîne. Heta dadgehên leşkerî jî li hêmayên sûc dinihêrtin. Di serdema îktîdara AKP’ê de heke kesek tirk be daraz carekê ceza lê dibire lê heke kurd be du caran ceza dike. Heta gotin di cih de be du caran îdam dike.”
‘EM JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ TÊDIKOŞIN’
Di berdewamê de Yilmaz bi lêv kir ku ji bûyera bombekirina pirtûkxaneyê heta niha di hemû bûyeran de bêhiqûqtî didomin. Yilmaz, wiha pê de çû: “Dê têkoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqtiyê bidome. Daxwaz û têkoşîna me, têkoşîna mafên demokratîk e. Dîrok dê vê mijarê efû neke. Zû yan jî dereng dê faîl teqez bên darizandin. Ev 19 sal in em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşin. Heta bûyerên kiryarnediyar ên ji salên 90’î heta niha neyên ronîkirin dê Tirkiye demokratîk nebe. Heta ku darizandineke adilane çêdibe dê têkoşîna me bidome.”
MA / Mazlum Engîndenîz