ÊLIH - Berxwedana gelê Êlihê ya di nava rojê de li pêşiya şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin tê domandin, bi şev jî li taxan belav dibe.
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê hatine destpêkirin didomin. Çalakiyên bi roj li derdora şaredariyê û Cadeya Diyarbakirê tên lidarxistin, bi şev jî hema hema li tevahiya taxan belav dibe. Xelkê Êlihê hevşaredarên xwe bi rêjeyeke ji sedî 64 hilbijartin û ji bo xwedîderketina li hevşaredar û îradeya xwe, tevî her cureyên êrişan jî li ber xwe dide.
‘HÛN ŞEYTANÊN BÊZIMAN IN’
Berteka ewil a li pêşiya şaredariyê dayika Îpek Er nîşan da. Îpek Er, di 1’ê tîrmeha 2020’ê de rastî destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan hatibû, neçarî întîharê hate kirin û piştre xwe kuştibû. Dayik Er, bi gotina “Ma qet şerefa we tune ye” bertek nîşan da.
Berteka duyemîn jî ji hêla welatiyekê ku digot mamoste ye ve hate nîşandan. Mamosteyî got; “Heke hûn bêdeng bin, wê demê hûn şeytanên bêziman in. Madem dê we qeyûm tayîn bikira, wê demê we çima hilbijartin kir? Min dayik û bavên xwe yên kal ji derve anîn vê derê. Dengê xwe dan û ez vê neheqiyê qebûl nakim.” Hem bertek hem jî çalakî pêl bi pêl mezin bûn.
BERXWEDAN LI TAXAN BELAV BÛ
Hevşaredar Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik tev li çalakiya li pêşiya şaredariyê bûn û berxwedan li tevahiya bajar belav bû. Bi hezaran êlihiyan bi dirûşmên “Qeyûmê diz e, AKP diz e” û “Jin, jiyan, azadî” bersiv dan. Polîsan jî bi gaza îsotê, fîşekên plastîk û bi ava şid êrişî berxwedêran kir. Di encama êrişan de 60 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Gel, li dijî êriş û zextan paşvegav neavêt û her ku çû berxwedana xwe mezintir kir.
Li gelek taxên Êlihê ciwanan dest bi berxwedanê kirin û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Polîs, li hemberî berxwedana ciwanan nekarîn bikevin taxan.
PEYAMÊN BERXWEDANÊ HATIN DAYIN
Berxwedana gel didome û polîsan jî du rêyên ji pêşiya şaredariyê derbas dibin, cadeyên pişta şaredariyê û herêma rêhesinên trenê bi bariyeran girtin. Xaçerêya Basinê ku di 2’yê hezîrana 2015’an de bi sedhezaran kes tev li mitînga HDP’ê bûbûn, weke qada berxwedanê hate hilbijartin. Ji Parka Salih Ozdemîr, Taxa Baglarê û Rawestgeha Gok Taksiyê ber bi qada berxwedanê ve ji sê milan ve meş hatin lidarxistin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dê qeyûm biçin, gel dê were” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Dema girse tê Xaçerêya Basinê jî coşa berxwedanê derket lûtkeyê. Polîsên ku coşa li vir ranegirtin, 4 caran êriş kirin. Lê tevî vê jî girseyê paşvegav neavêt û li ber xwe da. Di tevahiya şevê de jinên feminîst, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên partiyên siyasî li qadê peyamên berxwedanê dan. Berxwedana ji roja ewil ve li 3 taxan dest pê kirî niha li 12 taxan belav bûye.
JINÊN CIWAN PÊŞENGTIYÊ DIKIN
Di rojên 3’yemîn û 4’emîn de ji sê baskan ve meş hatin lidarxistin û ciwanan li Xaçerêya Basinê govenda berxwedanê gerandin. Li qadê û di berxwedanên şevê de bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” peyamê didin îktîdarê. Pêşengtiya berxwedanê jî jinên ciwan dikin. Tevî hemû êrişên polîsan jî gelê Êlihê ev 5 roj in li ber xwe dide.