STENBOL - Zarokekî 15 salî li Kuçukçekmeceyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Zarokekê 15 salî N.V. di 12’ê mijdarê de bi hinceta tev li çalakiyên protestokirina qeyûman bûye, li Kuçukçekmece ya Stenbolê hate binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê, N.Y., şevê din sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” biryar girtinê da. Piştî biryarê, zarok N.V. şandin Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Maltepeyê.