EDENE - Civaknas Taner Taş anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan bi desthilatdariyê, pêgirtîbûna aboriyê û kedxwariya kapîtalîst ve girêdayî ye û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê ne takekesî, divê mirov li ser guhertinên pergalî hûr bibe."
Tirkiye yek ji wan welatan e ku di nav welatên Ewropa û Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê (OECD) de herî zêde tundiya mêran a li ser jinê tê dîtin. Li gorî daneyên 219'an ên OECD'ê, rêjeya tundiya li ser jinan li Tirkiyeyê ji sedî 38 e. Di sala 2023'yan de hat tesbîtkirin ku ji 242 hezar û 875 zarokên ku çûne emniyetê yan jî bi hincetên cur bi cur sewqî polîs û cendirmeyan hatine kirin nêzî 29 hezar rastî îstîsmara zayendî hatine.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) texmîn dike ku zêdetirî 370 milyon keç û jin hene ku beriya 18 saliyê rastî destavêtin an destdirêjiya zayendî hatine. Daneyên Wezareta Dadê nîşan didin ku hejmara lêpirsînên li ser îstîsmara zayendî ya zarokan di sala 2023'yan de li gorî 8 sal berê du qat zêde bûne. Li gorî daneyên wezaretê, di sala 2023'yan de jizêdetîrî 66 hezar lêpirsînên hatine kirin herî kêm di her yekê de zarokek "mexdûr" cih digire.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku zêdetirî 370 milyon keç û jin hene ku beriya 18 saliyê rastî destavêtin an destdirêjiya seksî hatine. Daneyên Wezareta Dadê nîşan dide ku hejmara lêpirsînên li ser îstîsmara zayendî ya zarokan dê di sala 2023'an de li gorî 8 sal berê du qat bibe. Li gorî daneyên Wezaretê, di sala 2023'an de ji 66 hezarî zêdetir lêpirsînên ku hatine kirin de herî kêm zarokek "mexdûr" bûye.
Civaknas Taner Taş bal kişand ser pêkhateya sosyo-aborî ya tundiya li ser zarok û jinan û got ku tundiya derûnî, aborî rasterast travmayên kûr li mexdûran çêdike û got ku tundî zirarê dide mexdûran bawerî, xwenasîn û têkiliya bi hawirdora civakî re, bi taybetî di zarokan de bêbaweriyê çêdike û bandorê li mexdûran dike. Taş anî ziman ku pêgirtîbûna aborî rê li ber derketina ji çerxa tundiyê digire û got: "Ev yek hem ji bo pêşeroja jinan hem jî ji bo zarokên wan xelekeke xerab diafirîne. Di zêdebûna tundiyê de newekheviya zayendî, pîvanên çandî û şert û mercên aborî roleke girîng dileyizin. Rolên zayendî yên kevneşopî jinan di bin kontrola mêran de dihêle."
Taş bilêv kir ku heya ev xeleka tundiyê bidome wê tundî bê asayîkirin û got ku gava ev zarok mezin bibin wê heman liv û tevgeran nîşan bidin.
Taş destnîşan kir ku ji bo ev pirsgirêk di asta civakî de bê çareserkirin di pergala perwerdehiyê û sererastkirinên qanûnî de divê gavine ciddî bên avêtin.
Taş anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan bi desthilatdariyê, pêgirtîbûna aboriyê û kedxwariya kapîtalîst ve girêdayî ye û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê ne takekesî, divê mirov li ser guhertinên pergalî hûr bibe."
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen