ÊLIH - Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.”
Platforma Saziyên Demokratîk duh bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar xist. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê gelek kes tev li bûn û bi dirûşm û peyamên xwe gotin ku muxatab Îmrali ye.
‘MUXATABÊ AŞTIYÊ OCALAN E’
Welatiya bi navê Meryem Aktaş diyar kir ku ew ji bo bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûman tev li mitîngê bûye. Aktaş, got: “Em qeyûman naxwazin. Em dixwazin seroka me Gulistan bajarê me birêve bibe. Bila li dora panzer tune bin. Her wiha em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê her kes rabe ser pêyan û bibêje bes e.”
Emîne Alkiş jî got: “Em ê bi têkoşîneke hevpar tecrîdê rakin. Em ji bo xwedîderketina li îradeya xwe û li dijî tecrîdê hatin vê derê. Divê gelê kurd rêxistiniya xwe xurt bike. Divê dayikên her çar parçeyên Kurdistanê bi destên hev bigirin. Divê em vê xerabiyê bi dawî bikin. Êlih û şaredarî yên me ne.”
‘ÊN LI SER VÊ XAKÊ DIJÎN EM IN’
Asya Tahir jî diyar kir ku divê parastvanên mafên mirovan li dijî tiştên li vir dijîn bêdeng nemînin û got: “Ma bi tayînkirina qeyûman çareserî dibe? Em jî li vê xakê dijîn. Me ev hevşaredar bi îradeya xwe hilbijart. Qeyûm li îradeya me tayîn kirin. Em şer naxwazin. Şer 100 salan jî bidome dê bi aştiyê biencam bibe. Muxatabê vê aştiyê jî Abdullah Ocalan e. Em naxwazin êdî zarokên me bimirin.”
‘RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR E’
Ferha Akbulut a ku bi alîkariya gopalê xwe hate qada mitîng jî got ku AKP’ê vîna gelê kurd binpê kiriye. Ferha Akbulut, wiha dom kir: “Kurd li her derê li dijî vê têdikoşin. Em qeyûman qebûl nakin. Bila baş bizanin ku çi bibe jî em ê li ber xwe bidin. Ez bi gopalê xwe hatim vê derê. Ji gopalê min ditirsin. Bi hezaran kurdên mîna min dê li ber xwe bidin. Îşala em ê peywira xwe pêk bînin û qeyûm dê bicehimin biçin.”
Ji bo daxuyaniyên Bahçelî yên têkildarî pirsgirêka kurd jî Ferha Akbulut ev tişt anî ziman: “Li rexekî em destê xwe dirêj dikin ew qebûl nakin li rexa din jî xefikan li ber kurdan danin. Wijdana wan nema ye, her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dê çawa bibe? Muxatab Serok e, li Îmraliyê ye. Rêberê Gelê Kurd e. Dibêje ‘werin destê xwe dirêj bikin.’ Rêya çareseriyê diyar e.”
TEVÎ PITIKÊ XWE YÊ 2 MEHÎ LI QADÊ YE
Neşe Ertaş jî tevî pitikê xwe yê 2 mehî beşdarî mitîngê bûye. Neşe Aktaş, wiha dibêje: “Qeyûm, xesp, neheqî û derhiqûqtiyeke li dijî îradeya gel e. Em qeyûman qebûl nakin û dê her li qadan bin. Heta em şaredariyên xwe distînin dê li ber xwe bidin.
Li gorî min îktîdar ji bo çareseriyê jidil nîne. Hewl didin mijûl bikin û piştre derbe lêxin. Bila kesek bi gotinên weke ‘Bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive’ hewl nede me bixapîne. Em dizanin ku ev tevek lîstik in. Tevî pitika xwe ya 2 mehî hatim, hewce bike dê tevî hemû zarokên xwe bêm. Em dixwazin rêbertiya me tavilê bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike û were berdan. Muxatab Îmrali ye. Ji bo pêvajoya aştiyê divê Ocalan azad bibe. Yên îro şaredariyên me xesp dikin dê sibe malên me jî xesp bikin.”
‘KA DIGOTIN XWIŞK-BIRATÎ?’
Raîfe Can jî bi lêv kir ku bi daxwaza azadî, aştî û demokrasiyê tev li mitîngiyê bûye û xwest tecrîd were rakrin. Raîfe Can bertek nîşanî tayînkirina qeyûm jî da û pirsa “Ka we digot xwişk-biratî?” Raîfe Can anî ziman ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, aştî pêk were. Raîfe Can, bang li her kesî kir ku li dijî zilmê serî rakin.
Hakan Turksoy ê tevî zarokê xwe yê 2 salî tev li mitîngê bûy jî got: “Em qeyûman naxwazin. Qeyûm hizûra xelkê Êlihê têk dibe. Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan.”
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’
Kamîl Goktaş jî got ku ev 40 sal in diyar e ka kurd çi dixwazin û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn. Lê hebûna me qebûl nakin. Em dixwazin bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe bijîn. Zimên me kurdî, welatê me Kurdistan e. Ew vê red dikin. Ji keyayan heta yên herî jor em dixwazin xwe bi xwe hilbijêrin. Ew vê qebûl nakin û qeyûman tayîn dikin. Xelkê kurd êdî xwe nas dike. Em dixwazin mafên me di destûra bingehîn de bên misogerkirin. Rêberekî gelê kurd heye, rewşenbîr û pêşengên wan hene. Divê tecrîd bê rakirin, Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên azadiyê bên berdan.”
‘GELÊ KURD DÊ PAŞVEGAVÊ NEAVÊJE’
Goktaş, axaftina xwe wiha qedand: “Ev girseya li vir navnîşana çareseriyê weke Îmrali nîşan dide. Gel li qadê diqîre û dibêje; ‘Rêberê min Ocalan e.’ Ev ne tiştekî veşarî ye. Ez ji Rihayê hatim. Qeyûm tayînî Xelfetiyê kirin. Anku ji gel re dibêjin; ‘Ez qeyûm tayînî bajarê serokê we dikim.’ Dixwazin gel paşvegavê biavêje lê gelê kurd dê neavêje. Dê bi her awayî li ber xwe bide.”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl - Heval Onkol