RIHA - Elewiyê ereb Kerem Nalbant ê ji Hatayê hat û tevlî berxwedana Xelfetiyê bû, bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
Nobeda berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê navçeya Xelfetî ya Rihayê hatiye destpêkirin, di roja 16'emîn de berdewam dike. Gelên ku di 4'ê Mijdarê de dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî dest bi nobetê kirin, bi biryar in ku vîna xwe biparêzin. Serdanên piştgiriyê yên ji bo berxwedanê jî berdewam dikin. Li gel serdanên rojane yên ji navenda bajar û navçeyên Rihayê, kesên ku ji derveyî bajêr tên jî nobeda digirin û daxwazên xwe yên hevgirtinê bi çalakgeran re parve dikin. Ji kesên piştgir yek jê Kerem Nalbant e ku ji Hatayê hatiye Xelfetiyê.
Nalbant anî ziman ku ew wekî elewiyekî ereb ji bo piştgiriyê bide Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê tirkmen û şaredara din a kurd Saniye Bayram û got ku rêveberiyên herêmî yên demokratîk bûne hedef. Nalbant anî ziman ku tayînkirina qeyûman rêbazeke faşîst a dij-demokratîk e û got: "Ez ji bo piştgiriyê bidim hevşaredar Mehmet û Saniye li vir im. Dema ku em qeyûman dinirxînin, bi rastî jî desteserkirina îradeyê ye, ferzkirinek e, pêkanînek dijdemokratîk e."
'WÊ GEL PAŞ DE GAV NEAVÊJE'
Nalbant bi bîr xist ku cara sêyemîn qeyûm hatine tayinkirin û wiha got: “Gel cara sêyemîn hevserokên me yên ku mafê hilbijartinê heye hildibijêre û bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi pêkanînên antîdemokratîk û desteserkirinê qeyûman tayîn dike ser vê îradeyê. Ne sê qeyûm, 3 hezar qeyûm jî tayin bikin wê ev gel xwedî li vîna xwe derkeve. Wê ev gel gavekê jî paş de neavêje. Wê biryardariya vî gelî ferzkirinên antîdemokratîk bavêje ser sergoyê dîrokê. Ez dixwazim li vir bînim bîra kesên ku qeyûm tayin dikin; gelek serokên ku ev li gelên kurd rewa kirin, çûns er sergoyê dîrokê. Wê AKP û MHP jî biçin ser sergoyêd îrokê. Ev gel bi biryar e, xwedî li doza xwe derdikeve."
Nalbant bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
ŞAREDARÎVANIYA DEMOKRATÎK
Nalbant di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku fikra DEM Partiyê fikreke li ser etnîkî ye û wiha dewam kir: “Fikra wê bi tevahî gerdûnî ye, pêşî li tu etnîsîteyê nagire û tu etnîsîteyê ji holê ranake. Sîstema ku soza pergaleke demokratîk a ku her kes tê de bikaribe xwe bi azadî îfade bike, li ser eksena paradîgmaya neteweya demokratîk dide ev e. Yek ji hedefên ku Saniye û Mehmet 7 meh berê bi ser ketin, bi gel re pêkanîna şaredariya demokratîk a beşdar bû. Vê yekê hin kesan nerehet kir, lew re pêdivî bi tayînkirina qeyûm dîtin."
‘TU HÊZ JI GEL NE BIHÊZTIR E'
Nalbant ku got "Tu hêz ji biryardariya gel bi hêztir nîne" da zanîn ku ev pêkanîn wê negihêje armanca xwe. Nalbant diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser red, înkar, îmha û asîmîlasyonê hatiye avakirin û got: “Fikra HDP’ê ji ber ku li ser înkarkirina vê sîstemê hatiye avakirin, balê dikişîne ser xwe. Bê guman, ev pêvajoyek e. Ev gel bi tayinkirina qeyûmekî an jî girtina partiyekê paş de gav neavêt û wç neavêje jî. Wê ev têkoşîn bidome, heya ku gel xwe azad hîn bikin."
‘DIVÊ HER KES BERTEK NÎŞAN BIDE'
Nalbant diyar kir ku destekeke mezin a hevşaredaran a li hemberî tayînkirina qeyûman derketiye holê û got: “Dema ku em bertekên gel ên li hemberî tayînkirina qeyûman ên berê bi bertekên heyî re didin ber hev; bi rastî niha xwedîtiyek berbiçav heye. Li tevahiya Tirkiyeyê gel piştgiriyê dide şaredarî û hevşaredarên xwe. Xwedîderketineke pir xurt li Xelfetiyê derket holê. Dîrok ji aliyê kesên berxwedêr ve tê nivîsandin. Li hemberî zaliman helwesta li teref mezlûman erkeke mirovî ye. Dema em li bingeha kesên ku qeyûm tayîn kirine dinêrin, diyar dibe ku di warê vegotina ji girseya xwe re jî zehmetiyê dikişînin. Ev pêkanînên dijdemokratîk wijdanê mirov diêşîne. Divê her kes li hemberî vê yekê bê tirs bertekên xwe yên demokratîk nîşan bide. Ji bo her kesî rewa û mirovî ye ku ji bo çûna qeyûman bertek nîşan bide."
MA / Emrûllah Acar