ÊLIH - Rojnameger Mizgîn Sonuk û endama Meclisa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş ku di çalakiyên protestokirina qeyûman de hatibûn girtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hatin kirin.
Rojnameger Mizgîn Sonuk di çalakiyên protestokirina qeyûman ên li Êlihê de bi lêdanê hate binçavkirin û di 7’ê mijdarê de bi îdiaya “Ji bo nehêlê polîs peywira xwe bikin li ber xwe daye” hate girtin. Rojnameger Mizgîn Sonuk hevşaredara Bajarokê Awiskê yê Qûbîn a Êlihê ya berê û endama Meclisa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş şevê din ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sewqî Girtîgeha jinan a Erzînganê hatin kirin.