AMED - Tora Mafên Zarokan a Amedê ku ji nêzî 20 saziyan pêk tê hat damezrandin. Endama Torê Eylem Kaya got ku kuştina zarokan a li Kurdistanê polîtîk e û ew ê xwedî li mafên zarokan derkevin.
Li Amedê nêzî 20 sazî û dezgehên li ser mafên zarokan dixebitin, Tora Mafên Zarokan a Amedê damezrandin. Tora navborî bi wesîleya roja 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hat avakirin.
Pêkhateyên Torê li Eywana Civînê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û damezrandina torê ragihandin. Gelek nûnerên pêkhateyên Torê tev li civînê bûn.
Daxuyaniya tirkî ji hêla parêzer û endama Torê Ozlem Ender ve hat xwendin. Piştre endama Torê Eylem Kaya bi kurdî axivî û behsa naveroka damezrandina Torê kir.
‘KUŞTINA ZAROKAN LI KURDISTANÊ POLÎTÎK E’
Eylem Kaya diyar kir ku 20’ê Mijdarê ji bo me hemûyan rojek taybet e û armanca wan ew e ku mafên zarokan biparêzin û mafên wan bicih bînin. Kaya da zanîn ku zarok li her derê tên kuştin û got ku kuştina zarokan li Kurdistanê kuştinek polîtîk e. Kaya destnîşan kir ku hewla wan yekemîn ew e ku mafê sereke yê mafê jiyana zarokan biparêzin û wiha got: “Zarok nikarin bilîzin, zarok nikarin bi zimanê dayikê bipeyivin. Zarok nikarin perwerdehiya bêpere werbigirin. Ev mafên serekene û zarok ji van mafên xwe bêpar dimînin.”
Kaya bal kişand fikra hevpar ku Torê ava kirine û got ku ew ê ji bo mafên zarokan her tim bi hev re bin û li dijî kuştin û binpêkirina mafên zarokan têbikoşin.