ÇANAKKALE - 15 kesên bi îdiaya beşdarbûna kongreya HDP’ê li Çanakkale û Gokçeadayê hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Bi hinceta tev li kongreya HDP’ê bûne, 15 kes li Çanakkale û navçeya Gokçeadayê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” duh hatin binçavkirin. Her 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevserokê DEM Partiyê yê Gokçeadayê Bedîrhan Şeker, rêveberê partiyê Savaş Saribulak jî di nav de, 15 kes piştî îfadeya li emniyetê şandin Edliyeya Çanakkaleyê.
Di îfadeyê de pirsên weke “çima tev li kongreya HDP’ê ya 2022’yan bû”, “Wesayîta hûn ji Çanakkaleyê birin kê kirê kiriye” û “ajokarê wesayîtê kî bû” jê hatin kirin.
Dozgeriyê, 10 kes bi şertê kontrola edlî berda û 5 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgehê, her 15 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.