ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku ew xespkirina dîwaran nas nakin û wiha got: “Dibe ku em nekarin rêyan qîr bikin lê dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û ya li dijî tiryakê ku dixwazin li Kurdistanê belav bikin bidome.”
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê mijdarê de li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk qeyûm tayîn kir. Gulistan Sonuk, têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û bi bîr xist ku ji sala 2016’an ve qeyûm tên tayînkirin. Gulistan Sonuk, wiha got: “Îktîdar û qeyûmên tayîn dike hînî rant, dizî û talanê bûne. Dixwazin derdora xwe têr bikin û bi destê şaredariyan qirkirineke çandî pêk bînin. Wî bi xwe jî guherîna di nava civakê de ya bi saya xebatên jinan dît. Qeyûman, bi gelek burokratan re li herêman zincîreke qirêjiyê ava kir. Îktîdar jî dixwaze vê bidomîne.”
Gulistan Sonuk, got ku tu bingeheke tayînkirina qeyûman nîne û wiha pê de çû: “Ew bi xwe jî ji van hincetên vala bawer nakin. Ji 2016’an heta niha derheqê yek hevşaredarê me de jî ji ber îdiayên absurd ên weke nelirêtî, dizî û îdiaya ‘pere ji rêxistinê re şandine an jî qad jê re vekirine’ delîlek nîşan nedane. Lê dîsa jî ev hincet nîşan dan. Jixwe tevahiya hevalên me beraet bûn.”
'QEYÛM DIJMINATIYA KURDAN E’
Gulistan Sonuk, polîtîkaya qeyûman weke dijminatiya li kurdan nirxand û wiha got: “Piştî hilbijartinan yekser xwestin li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm tayîn bikin. Lê li berxwedana gel qelibîn. Pişte jî tayînî Colemêrgê kirin. Ji bo rewakirina qeyûm jî Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş girtin. Li Êlih, Xelfetî û Mêrdînê jî bi heman awayî bû. Lê gel qebûl nekir û ji zextan bêzar nebû. Gel di van 8 salên qeyûman de her tişt bi zelalî dît. Bi berxwedaneke mezin re rû bi rû man.”
'CEZAYÊ HEFSÊ YÊ 6 SAL Û 3 MEHAN DIDIN HEMÛ KURDAN’
Bi domdarî Gulistan Sonuk bi bîr xist ku cezayê hefsê yê 6 sal û 3 mehan li Hevşaredarê Dêrsimê û şaredarê Pulurê hatine birîn. Gulistan Sonuk, wiha pê de çû: “Êdî hînî vê bûn, hema hema li hemû kurdan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dibirin. Hewl didin vê weke sedemeke rewa û hiqûqî nîşan bidin. Bingeheke rewa yê qeyûman tune ye. Bi temamî biryarên siyasî yên AKP’ê ne. Ji bo min hêj jî teblîxateke fermî nehatiye şandin.”
'XELKÊ ÊLIHÊ DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDA’
Di berdewamê de Gulistan Sonuk bi lêv kir ku êrişên beriya hilbijartinê bi tayînkirina qeyûman domiyane û wiha derbirî: “Tifaqa nêrza ya îktîdara nêrza her tim me bi gotinên zayendperest hedef digire. Dema qeyûm tayîn kirin, bi hezaran jin, zarok, kal, astengdar û ji her pîşeyan gel xwedî li îradeya xwe derket. Berxwedaneke mezin hat raberkirin. Polîsan jî bi awayekî bêperwa êriş kirin. Mirov bi îşkenceyê binçav kirin. bi rojan rewşa OHAL’ê hebû. Li berxwedana mezin a gel qelibîn. Ne emniyet ne jî wezareta karên hundir li benda berxwedaneke wiha nebûn. Digotin em ê qeyûm tayîn bikin, bi çendek gotinan rewa bikin, bi dîmenê çendek leşker û polîsan gel bitirsînin. Lê xwe xapandin. Xelkê Êlihê tevî her êrişan jî qad neterikandin.”
'ME JI BERXWEDANA GEL HÊZ GIRT’
Gulistan Sonuk bi bîr xist ku kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin piştî berdanê dîsa hatine pêşiya şaredariyê û li ber xwe dane û ev tişt anî ziman: “Me ji van hevalan hêzeke mezin girt. Xelk xwedî li vîna xwe derket. Weke Yûsûf digot; ‘em gel in, em bi şev û roj xebitîn.’ Bi rastî jî gelê Êlihê bi şev û roj xebitî. Peyamên berxwedanê yên hevalên binçavkirî mirûzê me pir xwe dikir. Anonsa hevalê me Vedat (Ozer) a ‘şaredariyên me vala bikin’ hêzeke mezin da me. AKP’ê di hilbijartinê de dengekî pir hindik stand. Helbet dê xelk bertekê nîşanî xespkirina îradeya xwe bide.”
'SERLÊDANA JI BO SEKINANDINA BIRYARÊ’
Gulistan Sonuk, diyar kir ku Êlih bajarê berxwedanê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Dê berxwedana me bidome. Dê xebatên me bidomin. Dibe ku em nekarin cadeya qîr bikin lê dê têkoşîna me ya ji bo sekinandina tundiya li ser jinê bidome. Dê têkoşîna me ya li dijî hewldana belavkirina tiryakê ya li Kurdistanê bidome. Dê ya ji bo bidawîkirina zewacên di temenekî biçûk de bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk bidome. Dibe ku çar dîwar îro hatibin xespkirin lê dê berxwedana me bidome. Bi aliyê hiqûqî jî hevalên me yên parêzer pê re eleqedar dibin. Ji bo betalkirina biryarê me doz vekir. Gelê me êdî 4 salên din vê xespê ranake.”
MA / Fethî Balaman