Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin

  • rojane
  • 13:49 10 Kanûn 2024
  • |

AMED - DBP’ê ji bo alîkariya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, kampanya da destpêkirin û bang kir ku her kes bi ruhê Kobanê tevbigere. 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, ji 27’ê Mijdarê ve erişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kampanya da destpêkirin. Kampanya, li avahiya DBP’a Amedê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. 
 
Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di daxuyaniyê de anî ziman ku li her dera cîhanê êriş ser gelê Kurd hene û destnîşan kir ku divê polîtîkaya şer a li ser gelê Kurd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Gurbuz, wiha domand: “Rêbazên êrişên dewletên serdest careke din eşkere dibin. Em dixwazin diyar bikin ku dewleta Tirk li ku derê jiyana gelê Kurd, hemwelatî, jin an jî zarok lê be, êriş pêk aniye. Ji vir em careke din bang li hikûmeta AKP-MHP’ê dikin; dest ji zîhniyeta xwe ya ku mafê jiyanê nade gelê Kurd berdin. Dest ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Dev ji tecrîd û polîtîkayên tecrîdê berdin. Dema ku em li dîmenên ku di medyayê de derdikevin dinêrin, em matmayî dimînin. Dixwazin komkujiyên li ser sivîlan û komkujiyê çeteyên DAIŞ’ê yên li ser birîndaran li nexweşxaneyan ji nû ve zindî bikin. Em bi ruhê Kobanê bikevin nava liv û tevgerê. Ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin bi hêviya ku hûn alîkarî û hevgirtinê pêş bixin silav dikim.” 
 
KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ
 
Hevseroka DBP'a Amedê Sûltan Yaray jî banga alîkariyê li hemû kesan kir û wiha got: “Weke hûn jî dizanin li Sûriye û Rojava şerekî giran heye. Zarok, jin, extiyar û nexweşên li wê derê di rewşeke xerab de derketin rê. Ya herî xirab a şer ew e ku mirov mexdûr dibin. Mirovên me yên bê mal û birçî hene. Beriya her tiştî em dixwazin ev şerê qirêj bi dawî bibe. Bila aştî û azadî li Rojhilata Navîn bi ser keve. Erdnîgariya Rojhilata Navîn têra her kesî mezin e. Divê ev şer bê rawestandin. Weke Rêxistina DBP'ê ya Amedê em bang li gelê Amedê dikin; Destên xwe deynin ser wijdanê xwe û piştgiriyê bidin kampanya me ya alîkariyê. Bi qasî ku ji destê we tê betanî, cil, erzaq, pêlav û pêdiviyên xwe berhev bikin û radestî avahiyên navçeyên me bikin da ku em xwe bigihînin Rojava. 
 
Divê gelên Rojava û Sûriyeyê zanibin ku li vir dilê me bi wan re ye û çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin. Bila ev şer bi dawî bibe. Wer in em niha destê xwe yê alîkariyê dirêjî rojavayê Kurdistanê bikin. Kampanyaya me ji îro ve dest pê kiriye. Gelê Rojava, gelê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Ji îro û şûnde kampanyaya me dest pê kiriye.” 
 

Sernavên din

08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin NÛÇEYA LEZGÎN
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye