AMED - Li Amedê ji serê sibehê ve mijeke zêde heye û navber dîtinê daketiye çendek metreyan.
Ji saetên serê sibehê ve li Amedê mijeke zêde heye û bajar di nava mijê de winda bûye. Ji ber mija zêde, navbera dîtinê heta çendek metreyan ketiye. Ji ber mijê, ajokar zehmetiyeke mezin dikişînin.