Israra Nazim a ji bo heqîqetê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazim Daştan ku hate qetilkirin, dema li Dîlokê li pey şopa kujerên rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf diçû hatibû binçavkirin û demekî kin beriya were girtin jî endamên îstîxbaratê ev gef lê xwaribûn: “Vêcarê jî şensê te heye, hêj em ji bo te nehatin tu hatî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.”
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê saet derdora 15.20’ê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi êrişa SÎHA’yan a dewleta tir hatin qetilkirin. Her du rojnameger jî heta kêliya dawî jî li pey nûçeyan bûn. 
 
Nazim Daştan ku ji roja ewil a rojnamegeriyê heta niha her tim di nûçe û heqîqetê de israr dikir, tevî hemû zextan jî tu caran dev ji rêya xwe ya jê bawer dikir berneda. Li gel ku ji ber nûçeyên çêkiribû hate girtin û binçavkirin, li gel ku dema li eniyên şer nûçe dişopand birîndar bû jî tu caran dev ji dilsoziya xwe ya bi heqîqetê berneda. Di dehan nûçeyên xwe de tiştên dihat xwestin bi ser bigirin û veşêrin derxist holê û li hêla din jî ji bo mijarên ku tu kesî cisaret nedikir xwe bigihînin heqîqeta wê jî her tim di nava hewldanekê de bû. Yek ji van jî cînayeta Najî El Jerf bû ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li Dîlokê bi cih bûbû û dema li vir rojnamegerî dikir li naverasta kolanê bi debancaya bêdeng hatibû kuştin. 
 
Rojnameger najî El Jerf, ji tevliheviya navxweyî ya Sûriyeyê reviya bû û li Dîlokê bi cih bûbû. Dema Najî El Jerf li Sûriyeyê dijiya, Kovara Alhîtayê diweşand û li Dîlokê jî weşana wê domand.  Di demeke ku têkildarî belgefîlma komkujyên DAIŞ’ê xebat dikir, di 25’ê Kanûna 2015’an de li Bûlwara Alî Fuat Cebesoyê ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve ji serê xwe hedef hate girtin. Najî El Jerf di êrişê de bi giranî birîndar bû û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Lê belê tevî hemû mudaxileyan jî, rojnamegerê ku bavê du zarokan bû jiyana xwe ji dest da. 
 
AGAHÎ PARVE KIR HATE BINÇAVKIRIN
 
Dema Najî El Jerf hatî kuştin, Nazim Daştan li Dîlokê rojnamegerî dikir. Di heman demê de pêwendiyên wî bi Najî El Jerf re hebûn. Piştî mirina wî, bi malbata wî re pêwendî danî û têkildarî mirina rojnamegerê sûriyeyî dest bi lêkolînê kiribû. Nazim Daştan hîn bû ku belgeyên ku Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ û El Nusrayê ketibûn ber destê rojnameger Najî El Jerf û ji ber ku dixwest van belgeyan biweşîne hatiye qetilkirin. Malbata Jerf, digot; “Zarokê me ji hêla MÎT’a Tirk ve hate kuştin.” Nazim Daştan têkildarî van agahiyan çendek tişt parve kir û demekî şûnde hate binçavkirin. 
 
DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE NÛÇE JÊ PIRSÎN
 
Di 10’ê Sibata 2016’an de Nazim Daştan hate binçavkirin û di dema îfadeyê de nûçeyên çêkirî jê hatin pirsîn. Di dema îfadeyê de têkildarî parvekirina wî ya di 26’ê Mijdara 2015’an de ku digot “Di vê navberê de bomberana Rûsan a li dijî TIR’ên MÎT ji bo DAIŞ û El Nusrayê dişîne ya li Ezazê didome”; ya di 28’ê Mijdara 2015’an de ku digot “Hat diyarkirin ku li Ezazê li gel çeteyan her wiha efserên tirk jî şer dikin, li vir sê çeteyên dîl hatin girtin tirk derketin. Em ê di demekî nêz de nasnameyên wan eşkere bikin”; ya di 30’ê Kanûna 2015'an de ku digot, “Me bi malbata rojnameger Najî Jerf ê li Dîlokê hatibû kuştin re hevdîtin kir. Kurê me ne DAIŞ’ê, MÎT’a Tirk kuşt.” û ya di 1’ê Çileya 2016’an de ku digot, “Derheqê rojnamegerê sûriyeyî Najî Jerf ê li Dîlokê hatibû qetilkirin de agahiyên nû hene. Têkildarî cînayetê me bi hevalên Jerf ên li vê derê re hevdîtin kir. Gotin ku di destê Jerf de belge hebûn ku Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ û El Nusrayê û dixwest biweşîne lewma hatiye qetilkirin. Û bi israr gotin ku Jerf ji hêla MÎT’ê ve hatiye înfazkirin.” de pirs jê hatin kirin. 
 
GEFA ÎSTÎXBARATÊ: DÊ DAWIYA TE MÎNA YA JERF BE 
 
Rojek piştre di 11’ê Sibata 2016’an de Nazim Daştan sewqî edliyeyê hate kirin û ji bilî du polîsên ew anî edliyeyê, her wiha 2 endamên îstîxbaratê jî li benda wî bûn. Ev endamên îstîxbaratê hatin cem Nazim û gotin: “Tu vêcarê jî bi şensî, hêj em bo te nehatin vaye tu hatiyî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.” Piştî vê gefê jî ji wir çûn. Di heman rojê de Nazim bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha tîpa H a Dîlokê. Ji ber propagandayê hatibû girtin lê darizandina wî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” berdewam kir. 5 meh piştre di 23’yê Hezîrana 2016’an de hate berdan û piştre ji hemû sûcdariyan beraet kir. 
 
Nazim, di 9’ê Çileya 2016’an têkildarî Taybet Înan nivîsa “Ji bo definkirina Taybet Înan a 55 salî ku li Silopiyayê hate qetilkirin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hate sekinandin, serî li DMME’yê hate dayin.” Ev parvekirin jî ji Nazim hate pirsîn. Û nazim û hevala xwe Cîhan Bîlgîn, di salvegera qetilkirina Taybet Înan de, di 19’ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin hatin qetilkirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê