MÊRDÎN - Melayên beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûn, wiha gotin: “Çawa ku nimêj li ser kesên ji xwe re dibêjin 'bawermend' ferz be, têkoşîna wan a ji bo mazluman jî ewqas li ser wan ferz e.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 18’an de didome. Her roj derdorên cuda tên serdana nobetê. Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) jî hatin serdana nobetê.
Endamê DÎAYDER’ê Dr. Şukru Erdogan diyar kir ku aqilê siyasî yê Tirkiyeyê li ser tunekirina Kurdan teşe girtiye û wiha got: “Tu pirsgirêka Kurdan bi tirkan re nîne. Em vê rewşê ji Melezgirê, ji Idrîs-î Bîtlîsî û Selahaddîn Eyyubî El Kurdî dizanin. Kurd, rastiyeke Rojhilata Navîn ku nabe bên paşguhkirin. Ev 40-46 sal in xwin dirije û ne Kurd ne jî tu gelên din vê heq nakin. Dema em li dîrokê dinihêrin, em ê bibînin ku gelek aliyên me yên hevpar hene. Lê belê aqilên siyasî mîna her carê, li ser tunekirina Kurdan hatine avakirin. Ev nêzikatiyeke rast nîne. Kurd tu caran ji bo tu kesan nebûne gefek. Divê siyaseta xwe ya bi sedan sala ye didomînin, careke din li ber çavan derbas bikin. Mezintirîn pirsgirêka mirovahiyê ew e ku ji bo xwe ji dîrokê dersan nagirin. Tu xêra vê pêvajoya sedsalan ji bo civakên Kurdan, Tirkan û Ereban nebûye.”
'DIVÊ EM XWEDÎ STATÛ BIN’
Erdogan, anî ziman ku bingeha pirsgirêkên heyî pergala netewe dewletê ye û wiha got: “Feraseta netewe dewletê li her derê hildiweşe. Ji bo ne hilweşe di nava hewldanan de ne lê çareya wê tune ye. Qebûlkirina Kurdan, Êzidiyan, Elewiyan û Ereban, bi navê mirovahiyê ye. Ev yek, pergaleke gerdûnî û mirovheziyê ye. Lê belê gelên Rojhilata Navîn ji bo vê amade nînin. Rastiyeke wiha jî heye. Ji ber ku kapîtalîzm, civakên Îslamî nankor kiriye û hundirê wan vala kiriye. Ji ber vê yekê tehemûla wan nema ye. Divê li Rojhilata Navîn hem cihê me hem jî cihê her civak û gelekî hebe û em xwedî statû bin.”
'ÇARESERÎ, PARASTINA MAFÊN GELAN E’
Ji endamên komeleyê Yûsûf Aydan jî destnîşan kir ku îro ji kesên ji xwe re dibêjin Kurd mirin jê re rewa tê dîtin û ev tişt anî ziman: “Xelkê Rojava, xelkekî qedîm e. Rojava, xaka wî gelê li wir e. Xaka wan dagir kirin û zilm li wan hate kirin. Divê her kes xwedî li gelê Rojava derkeve. Heke em xwedî li wan dernekevin, heke em bêdeng bimînin, dê sibe tu kes xwedî li me jî dernekeve. Banga min ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelan e; bila xwedî li vî gelê mazlum derkevin. Bi sala ye nasnameya wî gelî tune hate hesibandin, dixwazin êdî nasnameyeke wan hebe. Çareserî, parastina mafên gelan e.”
'OL, ZIMAN Û NÎJADA MAZLUMAN TUNE YE’
Têkildarî mijarê endamê komeleyê Mahmût Işik jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Êrişên ser Rojava, bi navê olê tên kirin. Mîna di pirtûka pîroz de jî tê gotin; ‘Hemû bawermend xwişk-birayên hev in.’ Lê belê dawiya ayetê nayê anîn. Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên mirovan e. Ayeta ku dawiya wê nayê anîn wiha didome; ‘Wê demê navbera xwe û birayên xwe baş bikin.’ Di vir de qala kesên di navbera wan de neyartî heye dike û dibêje ku divê di navbera gel û bajaran de aştî serdest be. Ol, ziman û nîjada mazluman tune ye. Lewma divê mirov li cem mazluman cih bigire û têbikoşe. Di şexsê Rojava de divê em ji ber felsefeya pêş xistî spasiya birêz Abdullah Ocalan bikin. Ji ber ku di vê felsefeyê de heq û hiqûq heye û hemû gelên bindest jinûve zindî dike. Ên ku îro dixwazin Rojava birêve bibin, di demên berê de ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wan bû ji hinek koman re digotin ‘terorîst’ û niha ji ber ku berjewendiyên wan hev digirin, piştgiriyê didin wan. Dixwazin gelên mazlum ên li wê derê bixin bin piyên xwe. Em bi boneya vê sedemê li vir in. Divê her kesên ji xwe re dibêje bawermend û oldar hewceye li cem mazluman cih bigire û ji bo wan têbikoşe. Nimêj çiqasî li ser kesên ji xwe re dibêjin ‘bawermend’ ferz be, têkoşîna wan a ji bo mazluman jî ewqas li wan ferz e. Divê ji bo aştiya di navbera gelan de têbikoşin.”
'KURD NE KURDÊN BERÊ NE’
Ji endamên komeleyê Mehmet Guzetîcî jî wiha got: “Em yek in û yek parçe ne. Tu ferq û cudahî di navbera Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de nînin. Dijminên me em vî awayî ji hev parçe kirin. Em vê qebûl nakin. Li ku derê dibe bila bibe em Kurd yek parçe ne. Weke alimên olê em ji Amedê hatin vê derê. Bila hemû dinya bizane ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Di rê û rêbazan da şareza ye û hemû cîhan bi heyranî dişopîne. Em vê zilma li ser Rojava tê kirin lanet dikin û qebûl nakin. Zilma li ser Kurdan nayê qebûlkirin. Îro li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene û mecbûr in ku Kurdan qebûl bikin. Em bi tu awayî êrişên ser Rojava qebûl nakin û em li gel xelkê Rojava ne. Em ji bo temamiya gelê Kurd serkeftinê dixwazin. Bila hemû dinya baş pê bizane ku Kurdan heta niha her tim xwe parastin û tu caran çavbernedaye xaka tu kesî. Zilm li tu kesekî nekirin û zilmê jî qebûl nakin.”