NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê daxuyanî da û banga diyalogê li hemû aliyan kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Til Rifet, Dêr Cemal û Minbicê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanşiya Navenda Ragihandina HSD’ê de wiha hate gotin:
“Hêzên me êrişên terorî yên ku çend rojên dawî li ser Til Rifat, Dêr Cemal û Minbicê pêk hatine, şermezar dike, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwaze. Hêzên me êrişên terorî yên bi armanca astengkirina hewldanên mîsogerkirina aramiyê yên li Sûriyeya nû red dike. Hêzên me careke din bang li hemû aliyên sûriyeyî dike ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ji tundiyê dûr bikevin û diyalogê esas bigirin."