NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 263’yemîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojava dilê Kurdan e” derket.
Hejmara 263’yemîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojava dilê Kurdan e” derket. Di hejmara nû de rojnameyê bal kişand ser çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Pirsûs a Rihayê hatine destpêkirin.
Di surmanşetê de jî rojnameyê cih da nirxandinên rojnamegeran ên der heqê rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan de ku di 19’ê Kanûnê de bi êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin û heqîqeta çapemeniyê.
Her wiha rojnameyê cih da analîzeke bi zaraveyê Kirmanckî ya têkildarî salvegera Komkujiya Roboskê.