ÊLIH / DÊRSIM – Qeyûmên tayînî şaredariyên Êlih û Dêrsimê hatin kirin, dest bi qetilkirina karkeran kirin. Hevseroka Şaxa Genel-Îş ya Êlihê Narîn Erol diyar kir ku di vê pêvajoyê de hin karker bê ewlekarî tên xebitandin.
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Êlih û Dêrsimê yên ji aliyê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) ve dihatin rêvebirin, qeyûm bênavber karkeran ji kar derdixe.
Qeymeqamê Êlihê heta niha 25 kes ji kar dûrxistin. Hate diyarkirin ku ji bo 14 kesên di 22’ê kanûnê de ji kar hatine dûrxistin tu hincet nehatiye destnîşankirin.
JI KAR DERXISTINE WISA XEBITANDINE!
Hevseroka Şaxa Êlihê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) Narîn Erol bertek nîşanî ji kar derxiztinan da. Narîn Erol bi bîr xist ku roja qeyûm tayînî şaredariyê kirin 5 şofêrên otobusan ji kar hatin derxistin. Narîn Erol diyar kir ku der barê 20 karkerên ji kar hatin avêtin de bi hinceta tevlî çalakiya qeyûmê bûne lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin, lê beriya ku lijneya dîsîplînê bicive ji kar hatine dûrxistin û her wiha da zanîn ku di 22'ê kanûnê de ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) hatiye agahdarkirin ku 20 karker ji kar hatine derxistin. Lê karker heta 31’ê kanûnê bêyî ku haya wan ji vê rewşê hebe xebitîne. Di vê heyamê de cîhên kar yên hinek xebatkaran hatine guherandin. Bi hişmendî û rêbazên nerêkûpêk ji kar derxistine. Em ê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin û em ê îtîraz bikin."
DÊRSIM
Şaredariya Dêrsimê ya ku qeyûm tayîn kir, êvara 31'ê kanûnê 9 kes ji kar derxistin. Hate hînbûn ku hemû kesên ji wezîfeyê hatine dûrxistin kesên di serdema hevşaredariya Cevdet Konak û Bîrsen Orhan de piştî hilbijartinên 31'ê adarê hatine wezîfedarkirin in. Hat diyarkirin ku ji 9 karkerên ji kar hatine avêtin 7 kes in ku di sala 2016’an de piştî tayînkirina qeyûman ji kar hatine derxistin û piştre bi têkoşîna hiqûqî mafê vegera li ser kar bi dest xistine. Hat hînbûn ku qeyûm tayînî 9 kesan kiriye, ji ber "budçeya têr nake" karê wan hatiye bidawîkirin.