AMED - Di daxuyaniya li Amedê ya têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de, pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat" kirin.
Têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê, Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê daxuyaniyek dan û pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat?"kîrin. Malbata Rojîn Kabaiş, DAKAP û Pêkhateyên Torê, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevseroka Amedê Gulşen Ozer, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Pankarta bi dirûşmên, "Jin li pey kiryaran in", "Çi bi Rojînê hat", "Ji Narîn û Rojînê re edalet", "Doza Rojînê bê şopandin namîne", "Xweparastin hebûn e", “Zihniyeta ku Gulistan wenda kir, Gulîstanê qetil kir” û "Kuştina jinan polîtîk e" hat vekirin.
'EM JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN'
Daxuyanî li ser navê DAKAP'ê ji aliyê Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Raperîn Akengîn ve hat xwendin. Raperîn Akengînê diyar kir ku qonaxa lêpirsînê hatiye dirêjkirin û diyar kir ku delîl têra xwe nehatine lêkolînkirin û rapora otopsiyê jî bi bandor û têrker nehatiye amadekirin. Raperîn Akengînê got: “Agahdariya malbat û raya giştî ya di encama biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de, bi awayekî zelal radixe ber çavan ku pêvajoyên darazê yên der barê mirina jinan de çiqasî bikêmasî û ne temam in. Em bang li raya giştî dikin ku ji nêz ve vê pêvajoyê bişopînin da ku hemû gumanên der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaiş de ji holê bên rakirin, darizandinek bi bandor were meşandin û edaleta ku demek dirêj dereng maye pêk were. Em ê weke Tora Dijî Tundiyê ya Amedê Rojîn Kabaiş, Gulîstan Doku ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve aqûbeta wê nediyar e û dosyaya kuştina her jinê heta dawiyê bişopînin."
Raperîn Akengînê anî ziman ku qebûlkirina daxwazên baro û komeleyên jinan ên têkildar ên mudaxilî dosyayên ku dişopînin, ji bo ku edalet zûtir pêk were, girîngiyeke jiyanî ye. Raperîn Akengîn anî ziman ku nûçeyên tundî û qetlîamên li dijî jin û zarokan hê jî di dora pêş de ne.
Raperîn Akengînê diyar kir ku ji bo ji holê rakirina sedemên şîdet û qetlîamên li ser jinan bi awayekî koordînekirî divê polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên bi bandor bên organîzekirin û got, “Divê qadên taybet û giştî ji bo jinan ewle bên çêkirin. Ji bo ku Rojîn ji jiyanê qut nebin, dîvê li KYK, wargehên taybet û kampusên dibistanan ewlehî hebe . Divê neyê jibîrkirin ku qirkirina jinê rastiyeke ku li ser esasê înkar û tinekirina jinê hatiye avakirin. Hêvî û baweriya bi siberoja baş, xweş, wekhev û adil a civakîbûnê û îdiaya têkoşînê ya li ser vê bingehê pêş dikeve. Ji bo hevgirtina xwe mezin bikin û dengê xwe bidin bihîstin, em bang li her kesî dikin ku bi ruhê têkoşînê mil bi mil di têkoşîna jinan a maf û edaletê de têbikoşin. Divê were zanîn ku qezenca herî mezin guhertina piştî têkoşînê ye. Jin jiyan azadî."
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku dema li qetilkirina jinan û mirina bi guman a jinan dinihêrin, dibînin ku ev sûcê li dijî jinan e. Edalet Kaya got, “Sedema van pêkanînan jî gotin û polîtîkayên hikûmetê yên îro yên li hemberî jinan e. Dozên kuştina jinan ji aliyê darazê ve bê ceza tên hiştin. Em weke jinên Kurd û tevgerên jinên femînîst li dijî van hemû polîtîkayan têdikoşin. Divê êdî dozger der barê dosyayê de agahiyên pêwîst bide malbatê û ev rewş di zûtirîn demê de bê ronîkirin.
Herî dawî bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaiş di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em li dijî tundiya li ser jinê ne û kesên vî sûcî dikin divê cezayê herî giran li wan bê birîn. Min Rojîn heta 21 saliya wê bi kedeke mezin mezin kir û heta îro anî. Min bir Wanê û hişt ku ew bixwîne. lê mixabin Rojîn li wir kuştin û lê xwedî derneketin. Bi vî awayî hewl didin dosyayê bigrin. Keça min qet zirar nedida xwe. Ji ber ku raya giştî û çapameniyê ew hembêz kir, di demên dawî de li şûna ku bibêjin ku wê xwe kuştiye, gotin ku mirinek bi guman bû. Keça min hat kuştin, min şopên lêdan li laşê wê dît. Ev gel wê vê qebûl neke. Ez ê tu carî vê êşê ji bîr nekim, bi kêmanî eger min sedem bizanibûya dê hinekî êşa min sivik bibûya. Heta pirsên min neyên bersivandin ez ê nesekinim. Sedema keça min dibistan û wargeh e."
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.