ERZIROM - Girtî Mazlum Aksaç li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin û ji ber ku di dema muayeneyê de nexwest destên wî keçemçekirî bin, rastî muameleya xerab hat.
Girtiyê bi navê Mazlum Aksaç ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, di hevdîtina li ser telefonê ya bi malbata xwe re de da zanîn ku ji bo tedawiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û ji ber ku di dema muayeneyê de nexwestiye destên wî kelemçekirî bin, ji hêla leşker û gardiyanan ve rastî muameleyeke xerab hatiye. Endamên malbatê têkildarî bûyerê agahî dan. Endamên malbatê gotin ku hestiyên di pişta Aksaç de mezin dibin lewma di 26’ê Kanûna 2024’an de rakirine nexweşxaneyê, gardiyaneke bi navê B. ferz kiriye ku Aksaç di dema muayeneyê de destkelemçekirî be û dema Aksaç li dijî vê derketî jî qirika wî şidandiye û heqaret lê kiriye.
Endamên malbatê, diyar kirin ku bêyî Aksaç were tedawîkirin dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin û têkildarî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin. Endamên malbatê dan zanîn ku dê têkildarî mijarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin.
DI RAPORÊ DE GELEK BINPÊKIRIN HENE
Rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê yên li Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de rapora xwe eşkere kiribûn û binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê rêz kiribûn. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku li girtîgehê lêgerîna tazî tê ferzkirin, gelek girtiyên nexweş hene, sewqên van girtiyan ên ji bo nexweşxaneyê dereng tên kirin, bersiva daxwaza revîrê nayê dayin an jî dereng tên dayin.
Her wiha hatibû destnîşankirin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê dema nirxandina “başhaliyê” dike dûrî krîterên bêalî tevdigere, pirsên nehiqûqî dike, daxwaza girtiyan a ji bo sewqkirina cihên nêzî malbatên wan tên redkirin, rêveberiya girtîgehê di tevahiya salê de hejmartina li ser pêyan li girtiyan ferz kiriye, komîsyona xwendina nameyan bi awayekî keyfî nameyan sansur dike.