NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tunusê 2 keştiyên penaber tê de bûn noqî avê bûn û di encamê de 17 jê zarok bi giştî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li welatê Tunusê 2 keştiyên penaber tê de bûn noqî avê bûn. Li gorî daxuyaniya Ewlehiya Qeraxê ya Tunusê, keştî li bajarê Sfaxê noqî avê bûne. Hat ragihandin ku ji keştiyekê cenazeyên 27 penaberan hatine derxistin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dayin 17 jê zarok û 7 jê jin in. 83 kes jî sax hatin derxistin.