NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkan û got: “Tirkiye ji bo hemû xetereyan û dorpêçê rake, divê tifaqa stratejîk a bi Kurdan li ser esasê yekitiya demokratîk çêbike.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her demê ji bo çareseriyeke demokratîk balê dikişîne ser girîngiya têkiliya biratiya Kurd-Tirkan, careke din rojevê sereke ye. Abdullah Ocalan, piştî rewşa agahînegirtina mutleq a bi salan domiya, di 28’ê Kanûnê de bi parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder re hevdîtin kir û peyameke ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Di van peyaman de careke din bal kişand ser vê rastiya dîrokî. Di peyama ewil de Abdullah Ocalan got; “Xurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, ji bo diyarkirina qedera hemû gelan jî girîng e û lezgîn e.” Di 26 salên li Girtîgeha Îmraliyê de jî Abdullah Ocalan her tim bal kişand ser vê rewşê.
TÊKILIYÊN KURD-TIRKAN HATIN JEHRÎKIRIN
Di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2002’yan a li Îmraliyê ya bi parêzerên xwe re de Abdullah Ocalan ev nirxandin kir: “Têkiliyên Kurd û Tirkan ên li Anatoliyayê heta serdema Hîtîtan diçe. Ev hevkarî, îradeya ssiyasî piştre di serdema Selçukiyan de weke têkiliyên Kurd-Tirkan li dijî Bîzansê weke îradeyeke siyasî hate rabekirin. Bi saya tifaqa Kurd-Tirkan deriyên Anatoliyayê hatin vekirin, di serdema Osmaniyan di dema Yavuz Sûltan Selîm de jî tifaqa bi Kurdan re deriyên Rojhilata Navîn ji osmaniyan re vekir. Bi vê yekê re li Anatoliyayê bicih bûn û bûn Împaratoriyeke cîhanê. Di salên 1920’ê de tifaqa li ser zemîna azadiyê ya bi Mûstafa Kemal re komar ava bû. Di sala 1925’an de hinek geşedanên bêxêr çêbûn û têkiliyên Kurd-Tirkan jehrî bûn. Herî dawî jî bi lîstikên dixwazin li ser min bikin re dixwazin me bi hev bidin xeniqandin.”
EV TÊKILÎ DÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN BAŞ BIN
Rêberê PKK’ê di heman hevdîtinê de wiha dibêje: “Divê Tirk, Kurdan weke miletekî bira bibîne. Li vir peywira girîng dikeve ser milê Kurdan. Dema pariyekî nan xwarin divê siyaseta demokratîk bikin. Divê Kurd gavên xwe xurt biavêjin. Ev gav ne tenê li Tirkiyeyê, dê li Rojhilata Navîn pêşketinên mezin bi xwe re bînin. Ev têkiliyên Kurd-Tirkan dê li Iraqê bi xwe re aştî û lihevkirinê bîne. Li Îsraîl-Filistînê, li Îranê, li Rojhilata Navîn ji bo aştî û demokrasiyê sûdewer bin û lihevkirinê bi xwe re bînin. Banga min ji bo Kurdên li her çar parçeyan ew e ku li ber hev lîstikan nelîzin û aştî û demokrasiyê xurt bikin.”
TÊGEHA ‘NETEWEYA TIRKIYEYÊ’ HEMÛ GELAN DIHEWÎNE
Di hevdîtina 24’ê Îlona 2003’yan de jî Abdullah Ocalan got ku têgeha “Neteweya Tirkiyeyê” hemû gelan di nav xwe de dihewîne û ev tişt anî ziman: “Kurd û Tirkan temsîl dike. Şoventiya Tirk û feraseta ‘ji bilî Tirkan tu dostên Tirkan nînin’ tije neteweperestî ye, ne ji bo başiya Tirkan e, dê Tirkan tecrîd bike. Weke encam, Kurdan jî li derve dihêle. Ev jî rê li ber pêwendiyên bi emperyalîzmê re tîne û dê ber bi parçebûnê ve bibe. Ji serdema Hîtîtan heta niha her tiştên li Anatoliyayê rû dane dikare di bin sîwana neteweya Tirkiyeyê de jinûve bên formulekirin. Dixwazin li nav zeviyekê tenê rengek, tenê çîçek şîn bibe, yên wiha dibêjin xwe dixapînin. Gotina bila tenê çîçeka spî yan jî reş şîn bibe, faşîzm e.”
LI DIJÎ NETEWEPERESTIYÊ TIFAQA DEMOKRATÎK
Abdullah Ocalan, li dijî van tevan pêşniyara tifaqa demokratîk dike û vê nirxandinê dike: “Alternatîf, yekitiya hêzên demokratîk e. Divê hêzên şoreşger demokratîk wek hêzekê di eniyekê de cih bigirin, ji rêxistinên civaka sivîl heta partiyan û hêzên aboriyê, tevek bên gel hev û ava bikin. Divê hêzên demokrasiyê rola xwe bilîzin. Divê bloqa demokratîk Tirkiyeyê û gel ji çirava deynan rizgar bike. Divê Kurd di nava lihevkirina demokratîk de cih bigirin.”
PÊŞNIYARA LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK
Abdullah Ocalan, balê dikişîne ser xetereyên heyî û van pêşniyaran dike: “Bi yekitiya azad a Kurd-Tirkan re dikare bi rêya lihevkirina demokratîk rê li ber van xetereyan were girtin. Divê dev ji tunekirinê berdin. Ev jî rizgariya demokratîk e, lihevkirina demokratîk e. Hewldana teslîmgirtinê ya Tirkiyeyê xetereyeke mezin e. Tişta esasî ku Tirkiyeyê dixe sendroma Sewrê jî ev e. Divê PKK’ê nekin dijmin. Dikarin ji PKK’ê re bibêjin were. Dikarin xeletiya 80 salan sererast bikin. Dê bang were kirin, dê beşdarî yekitiya siyasî ya demokratîk bibin.”
HIŞYARIYA ŞERÊ KURD-TIRKAN Ê KU DÊ SEDSALAN BIDOME!
Rêberê PKK’ê di hevdîtina di 7’ê Îlona 2006’an de jî balê dikişîne ser girîngiya diyaloga demokratîk û wiha dibêje: “Ne diyar e dê sibe li Rojhilata Navîn çi bibe. Min her tim hişyarî kir, heke ji bo aştiyê tiştek neyê kirin, dê pêvajoya şer kûr bibe. Heke DYA li dijî Sûriye yan jî Îranê mudaxileyekê bike, dê hemû hevsengî biguherin. Di rewşekî wiha de heke rêyeke çareseriyê nehatibe avakirin, dê şerê Kurd-Tirkan ê sedsalan bidome dest pê bike. Vaye rewşa Filistînê li holê ye. Bi tu awayî çareser nabe. Ji ber ku ez dizanim pirsgirêka wiha çareser nabe. Netewe-dewlet tê wateya şer. Tişta ku dê pirsgirêkan çareser bike, xweseriya demokratîk a me pêş xistiye.
DIVÊ YEKITIYA DEMOKRATÎK ESAS WERE GIRTIN
Armanca esasî ya radestkirina min a Tirkiyeyê ew e ku şerekî di navbera Kurd-Tirkan de bidin destpêkirin. Min jî dikariya di wê pêvajoyê de bi niyetekê nebaş tevbigerim û helwestekî aştiyane raber nekira. Lê min wida nekir. Di wan rojên zehmet de, di her mercên zehmet de jiyam, li ser pêyan mam, min projeyên ji bo aştiyê pêş xist û bi vê yekê re plana ji bo şerê Kurd-Tirkan vala derxist û hêj jî derdixînim. Tirkan her tim bi saya yekitiya stratejîk a bi Kurdan re karîn li ser vê axê bijîn. Her tim xwe spartin Kurdan. Her çend bi saya sekna min pêşî li ber şerê Tirk-Kurdan hatibe girtin jî, dema şer derket dê ingilîz dîsa neşxeyên xwe derxin holê û planên xwe bixin meriyetê. Jixwe jinûve teşe didin Rojhilata Navîn, dê tevahiya Rojhilata Navîn jinûve teşe bigire. Ji bo ku Tirkiye van xetereyan derbas bike û dorpêça li ser xwe rake, weke min gotiye divê tifaqa stratejîk a bi Kurdan re ya li ser esasên demokratîk esas bigire.
Kurd jixwe şer naxwazin, dixwazin li welatekî demokratîk bi aştiyane bijîn. Ez vê baş dizanim. Divê daxwazên Kurdan ên ji bo demokrasiyê bên cîbicîkirin. Tişta divê were kirin ev e; divê yekitiya demokratîk a Kurd û Tirkan were avakirin. Ev demeke kesên xwedî aqilekê selîm, kom û derdorên demokrasîxwaz pêdiviya bi aştiyeke lezgîn vedibêjin. Divê rê li ber rijandina xwînê were girtin. Belkî li Tirkiyeyê tu kes di nava van şert û mercan de nîne. Lê min her tim hewldanên xwe domand, min her tim hişyarî da. Em dixwazin rijandina xwînê bê sekinandin û Tirkiye demokratîk bibe. Hewldanên me yên ji bo aştiyê ev zêdetirî 10 sal in didomin. Lê rewşa em tê de ne li holê ye. Hêj jî xwîn dirije.”
‘DI SALA 21’EMÎN DE EM FIRSENDA AŞTIYÊ JI DEST NEDIN’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 20’ê Îlona 2006’an de jî dibêje ku neteweperestî çareserî nîne û ev tişt anî ziman: “Me di sedsala 20’an de şensê aştiyê ji dest da, qet nebe di sedsala 21’emîn de em ji dest nedin. Ez her tim dibêjim bê ka neteweperestî ji bo Rojhilata Navîn rê li ber karesatên çawa vekiriye. Heke gotin di cih de be ez li vir diqîrim. Van lîstikan çawa nabînin? Niha li derdora me çar neteweperestiyên xetere hene. Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, di dawiya dawî de ev neteweperestî dê li dijî hev şer bikin. Vaye hûn dibînin, hema hema her roj li Iraqê mirov tên serjêkirin, bi dehan kes dimirin û hêdî hêdî hînî vê rewşê dibin. Vaye hûn dibînin, neteweperestiya Îranê, li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd her tim êriş dike. Li Tirkiyeyê jî heman tişt. Heta niha hewl da bi rêbazên leşkerî encamê bi dest bixe. Nikare bi vê rêyê encamekê bi dest bixe.”
MA / Ozgur Paksoy