RIHA – Ji ber xala 'bêyî ku endamê rêxistinê bin li ser navê rêxistinê sûc kirin' ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve 2 caran hat betalkirin, hêj gelek kes tên binçavkirin. Xala ku behsa wê tê kirin ji bo qeyûm tayînî şaredariya Miksê bikin wek hincet hat bikaranîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di sala 2023’an de rêziknameya 'bêyî ku endamê rêxistinê bin li ser navê rêxistinê sûc kirin' betal kiribû û bi 8'emîn Pakêta Dadweriyê ve li meclîsê ev xal careke din betal kir. Dadgeha Destûra Bingehîn jî rêziknameya bi vî rengî ya ku bi sernavê 'sûcên li dijî ewlehiya dewletê hatine kirin' ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê li dijî destûra bingehîn dibîne. Ji ber xala ku di 7’ê cotmeha 2004’an de di Rojnameya Fermî de derketibû meriyetê heta îro bi hezaran kes hatin girtin, darizandin an jî ceza hatin birîn.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 1’ê mijdara 2010’an de bi sernavê; ‘Bikaranîna keyfî ya qanûnên têkoşîna li hemberî terorê, mafê çalakiyê wek sûcê terorê dîtin, darizandin û girtina çalakvanan’ gotarek weşandibû. Dîsa bi vê gotarê di civîna Komîsyona Ewropayê ya ji bo Demokrasiya bi Hiqûqê (Komîsyona Venedîkê) ya sala 2016’an de biryar hat dayîn ku qanûnên 'tehrîkkirina gel ber bi kîn û dijminatiyê ve' û 'heqareta li serokkomar' li gorî zagonên şert û mercên 'qanûnî' pêk nayên.
Ligel van geşedanan dadgehan biryara betalkirina ya Dadgeha Destûra Bingheîn pêk neanîn. Her wiha ji bo kesên ku bi van sedeman hatine girtin xal pêk nehat. Di nav wan girtiyan de girtiyê bi navê Abdulhalîm Kaya ku ji sedî 93 astengdar e, S. J. Ku tevî zaroka xwa ya 2 û nîv salî ye di girtîgehê de ye, Nezan Gozen a ku 9 meh in girti ye jî hene.
Ji aliyê din ve jî heman sedem ji bo kesên ku di çalakiyên protestoyî yên ku piştî mazbataya namzetên DEM Partiyê nehat dayîn ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ketibûn, hatin binçavkirin. Her wiha ji bo kesên ku di dema tayînkirina qeyûman tevli çalakiyên şermezarkirinû bûbûn jî heman hincet hatibû destnîşankirin.
Alî Arslan
Herî dawî der barê hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir de bi îdiaya ‘ligel endamê rêxistinê nîn e jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê hat birîn û roja dinê ango 29’ê mijdara 2024’an de qayûm tayînî şaredariyê kirin.
BIRYARA BETALKIRINÊ YA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
Rêziknameya ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bi hinceta "ji bo pêşîgirtina li pêkanînên keyfî ne taybet û pêşbînîkirî ye" biryar da ku bê betalkirin, di 8'ê Kanûna 2023'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Lê belê AKP'ê heman rêzikname di 8'emîn Paketa Dadweriyê ya di 16'ê sibatê de pêşkêşî Meclîsê kiribû dîsa zêde kir û bi dengên AKP-MHP'ê pakêta darazê hat qebûlkirin. Li ser vê yekê Dadgeha Destûra Bingehîn di 9'ê çileyê de bi heman hincetê heman rêzikname betal kiribû û gotibû, "Divê bi biryarên di biryara betalkirina Dadgeha Destûra Bingehîn de ji nû ve sererastkirinek were kirin." Dadgeha Destûra Bingehîn 6 meh dem da meclîsê.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Rihayê Alî Arslan, diyar kir ku rêziknameya behsa wê tê kirin hê jî bi awayekî fîîlî tê tetbîqkirin û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn tên paşguhkirin û diyar kir ku dê di gelek mînakan de derkeve holê û dixwazin di pêşerojê de dengê muxalefetê bibirin.
SERERASTKIRIN BAŞ NEHAT KIRIN
Parêzer Alî Arslan şertê ‘qanûnî’ yê Komîsyona Venedîkê bi bîr xist û diyar kir ku ev şert li gorî prensîba ‘Bêyî hiqûqê sûc û ceza nabe’ ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) pêk hatiye. Arslan got, “Di makeqanûnê de bersiveke vê heye. Lêbelê, ji ber ku ev bûye normek Hiqûqa Cezayê, rêziknameya 'fermî' ji qanûnê re ne guncaw e. Divê qanûn zanîn, gihîştî, taybet û pêşbînîkirî be. Bi vê qanûnê kesên ku ne endamên rêxistinê bûn wek endamên rêxistinê hatin cezakirin. Di pakêta darazê ya 8’emîn de ev wek sûcê 'serbixwe' hat tertîpkirin û beşa 'ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê tê cezakirin' hat rakirin. Lêbelê, di dawiyê de, heman ceza di wateya sûc de hate pêşbînîkirin. Bi gotineke din, di wateya sûc de tu nûbûn nehatin kirin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi temamî hat paşguhkirin.”
MAFÊN BINGEHÎN DI HEDEFÊ DE NE
Alî Arslan, diyar kir ku rêziknameya ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve cara duyemîn hatiye betalkirin bi gelek mafên ku di makezagonê de hatine tertîpkirin re nakok e û di nav wan de ‘mafê civîn û xwepêşandanê’ jî cih digire. Alî Arslan anî ziman ku ev qanûn bi taybetî kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin hedef digire û wiha got: “Li şaredariyên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê qeyûm hatin tayînkirin. Pêşî partiyê bi xwe û piştre jî raya giştî bertek nîşan da û banga vê yekê kir. Ev pir normal bû. Ji ber ku demokrasî ne tenê dengdanê ye. Helbet dê li vir jî gel dakevin qadan û bertekên xwe bînin ziman. Ev xalên ku bi peymanên navneteweyî û destûra bingehîn têne parastin. Lê ev qanûn mafên bingehîn xera dike û tîne asteke wisa ku mafên bingehîn neyên bikaranîn.”
MA / Ceylan Şahînlî