* Ekolojîst Gokhan Sara ji bo kampanyaya "Çandina şitilan" a ji aliyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve hatiye destpêkirin got: "Em bi jinûve afirandina jiyanê û parastina jiyanê piştgiriyê didin vê kampanyayê."
* Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, bal kişand ser hevdîtinên ku ji aliyê partiyên kurdî ve ji bo diyarkirina statuya kurdan di rêveberiya ku li Sûriyeyê tê avakirin de hatine destpêkirin û got ku divê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin.
* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nur Ulus bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e û yên berdêla aboriya ku şer bandorê lê dike didin, kedkar in.
* Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re nirxandin û gotin: "Eger hemû alî wekî birêz Ocalan ji dil û can bin, wê aştî pêk were."
* Hunermend Mazlûm Jînda ku ji ber straneke kurdî 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn got: "Li şûna 22 mehan 22 sal ceza bidin jî, ez ê bi heman heyecan û moralê xebatên xwe bidomînim."
* ÎHD û xizmên windayan, dê li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê çalakiya "bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)
* Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de winda bûne bipirsin, dê vê hefteyê jî wê li Qada Galatasarayên bên cem hev. (12.00)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)