NAVENDA NÛÇEYAN -Malpera Tensîm ragihand ku îro li bajarê Tehranê di encama suîqastê de du dadwer hatine kuştin û dadwerek jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya Malpera Tensîm ya Îranê ku belav kiriye, vê sibehê li bajarê Tehranê li ber Dadgeha Bilind a Tehranê, li dijî Serokê Şaxa 39'an Elî Razînî û Serokê Şaxa 53yan a Dadgeha Bilind a Înqilaba Îslamî Mihemed Muqîse êrişa çekdarî pêk hat. Her du dadger jî di dadgeha Îranê de payebilind in. Hat diyarkirin ku her du dadwer di encama gulebaranê de hatine kuştin.
Hat ragihandin ku êrişkar piştre jî xwe kuştiye û li ser buyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.