STENBOL - Rojnameger Ahmet Guneş ku girtî bû, piştî amadekirina îdianameyê hate berdan.
	Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnameger Eylem Babayîgît jî di çarçoveya heman lêpirsînê de di 24’ê Çileyê de hatibû binçavkirin û girtin. 
	Rojnameger Ahmet Guneş li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û îdianameya wî hate amadekirin. Piştî amadekirina zaptên tensîpê re der heqê Guneş de biryara teyliyeyê hate dayin. 
	Di îdianameyê de nûçe û bernameyên nîqaşan weke “sûc” hatin nîşandan. Her wiha Guneş ji ber nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate “sûcdarkirin.” 
	Îdianame, ji hêla 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 8’ê Gulanê de were lidarxistin. 



