STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê yê Stenbolê Gonca Yangêz diyar kir ku nexşerêya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pisûleyeke girîng e û Eşref Yaşarê DBP'î jî diyar kir ku kurd dixwazin nasname û zimanê wan bê naskirin.
Hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, didomin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Gonca Yangozê û Rêveberê Buroya Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar der barê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û geşedanên piştî wê de nirxandin kirin.
JIYANA HEVPAR
Gonca Yangozê bi bîr xist ku di hevdîtinên DEM Partiyê yên bi Abdullah Ocalan de bang li gelek kesan hatiye kirin ku gelên Tirkiyeyê jî tevlî pêvajoyê bibin û got: “Di dema pêkanîna aştiya civakî de, em dixwazin hemû gel bi mafên xwe beşdarî vê aştiyê bibin. Divê jiyaneke ku hemû gel bi zimanên xwe yên zikmakî biaxivin û bi nasnameya xwe hebin, bê afirandin. Bi vê re, em welatekî hevpar dixwazin ku ne tenê kurd lê hemû gel di heman wekheviyê de bijîn. Em bi salan ji bo vê têdikoşin. DEM Partî, mozaîkeke ku pirzimanî û pirçandiyê dihewîne.
‘PISÛLEYA ÇARESERIYÊ'
Gonca Yangozê destnîşan kir ku nexşerêya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye eşkerekirin, di çareseriya pirsgirêka kurd de xaleke girîng e û got: “Deklarasyona ji 7 xalan pêkhatî a ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat ragihandin, di rastiyê de nexşerêyeke gelekî girîng e ku em ê vê pêvajoyê çawa bimeşînin. Di mijara aştiyê de yên ku herî zêde zirarê dibînin em in. Heya ku li welêt şer dewam bike, jinkujî, xizanî, wêrankirina xwezayê û qirkirin dê berdewam bike. Ji bo hebûniyê û rawestandina şer û aştiyeke mayinde em hewl didin."
‘PÊDIVIYA ME HEMÛYAN BI AŞTIYEKE CIVAKÎ HEYE'
Gonca Yangozê anî ziman ku divê êdî hevdîtinên bi Îmraliyê re di asta hiqûqî de bin û got: “Em armancên xwe bi zelalî tînin ziman. Daxwaza me ew e ku zimanê kurdî bibe xwedî statu. Ji ber ku gava hûn zimanekî ji holê radikin, hûn wê çandê jî ji holê radikin. Civakeke ku zimanê wê ji nedîtî ve bê, ne mimkûn e ku xwe îfade bike. Ji ber vê yekê divê ev yek bi destûra bingehîn were garantîkirin. Muxatabê çekê ne em in û ev bi me nayê çareserkirin. Lê belê em tenê dikarin soza avakirina jiyana wekhev a gelan bidin. Ji bo civakîkirina vê pêvajoyê, bi taybetî ji aliyê parlamentoyê ve pêwîstî bi gelek hewldanan heye. Pêwîst e di hemû qadên ku em dixebitin de bi hêzên demokrasiyê yên ked, rêxistinên sivîl û saziyên jinan re çareseriyan hilberînin. Ji ber ku em dizanin hewcedariya her kesî aştiya civakî ye. Ji ber vê sedemê eger em karibin pirsgirêka xwe ji kesên ku bi aştiyê re eleqedar in vebêjin, em ê raya giştî jî amade bikin."
YAŞAR: DIVÊ HEVDÎTIN BIGIHÊN STATUYEKE FERMÎ
Rêveberê Buroya Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar diyar kir ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bibin fermî û got ku divê dewlet di vê mijarê de gavên pêbawer biavêje. Yaşar got: “Berî her tiştî divê ji muxatab karibin pirsgirêkê gengeşe bikin divê zemînek bê avakirin. Gel jî vê dixwazin. Niha bi hezaran siyasetmedarên kurdan di zindanan de ne. Bi hezaran nexweşên ku bi mirinê re rû bi rû ne di girtîgehan de ne. Ji bo vê yek gav dikare bê avêtin. Û ya herî girîng jî divê çareseriyeke mayînde bê dîtin ku kurd bi çareseriyê razî bibin. Lê belê ji aliyê dewletê ve gavên cidî xuya nakin. Heger helwestek li gorî cewher û ruhê vê manîfestoyê bê dayîn, tirk û kurd dê vê pirsgirêkê di nav xwe de bi tifaqeke nû çareser bikin. Ev îradeya ku birêz Abdullah Ocalan eşkere kiriye û şansê ku ev dide her kesî, divê baş bê bikaranîn."
‘DIVÊ CIVAK BERPIRSIYARIYÊ HILGIRE'
Yaşar anî ziman ku gelê kurd di hevdîtinan de ji dewletê cidiyetê hêvî dike û got ku divê dewlet dest ji zimanê înkar, îmha û şer berde. Yaşar bilêv kir ku zimanekî erênî û çareseriyê girîng e. Yaşar û got: “Eger nêzîkatiyeke cidî ya desthilatê û dewletê hebe, wê ev yek di rastiya civakî de jî xwe nîşan bide û dê bingeha veguhertina demokratîk bê avêtin. Di şerê ji ber pirsgirêka kurd de, yê herî zêde zirarê dibîne gel e. Pêwîst e hemû dînamîkên li Tirkiyeyê li dora çareseriya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve tê dayîn de bibin yek. Divê hemû derdorên civakî yên ji ber vê pirsgirêkê mexdûr bûne yan jî guhertinekê dixwazin, bi awayekî cidî nêzîk bibin û bibin yek. Ev ne pirsgirêkeke ku tenê bi destê dewletê an jî birêz Abdullah Ocalan çareser bibe. Birêz Abdullah Ocalan bi vê rastiyê dizane. Ji ber ku wî ev dît, îşaret bi perspektîfa çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî kir. Divê civak di vê mijarê de demildest rol û berpirsyariyê hilgire."
‘KURD NASNAMEYA XWE DIXWAZIN'
Yaşar bi bîr xist ku kurd ji ber gel in daxwaza mafên xwe dikin û got: “Em wekî kurd nasname û zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin rastiya me ya çandî li me bê vegerandin. Ev hatine desteserkirin. Ev mafê herî xwezayî ye û nayê muzakerekirin. Şert û mercên demokratîk, bi diyalogê çareserî û zemînên muzakereyê hebûn, ma kurdan ev yek red kir? Wekî DBP’ê nêzîkatiya me ya çekan pir zelal e û em li dijî rijandina xwînê ne. Lê li ser encaman nîqaşek heye. Çek hûrguliyek e. Dibe ku ev mijara dawîn be ku divê were nîqaşkirin. Heta ku sedem ji holê ranebin û bingehek ji bo nîqaşên demokratîk çênebe, gengeşekirina çekan tê wateya reva ji çareserkirina pirsgirêkê."
MA / Esra Solîn Dal