MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê mînîbûsa karker lê siwar û pîkabekê hev xist û di qezayê de 10 kes birîndar bûn. 
	Wesayîta karkerên Etî Bakirê û wesayîteke pîqabê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê qeza kirin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê qezayê hatin sewqkirin. Di qezayê de 10 karker birîndar bûn û birîndar bi ambulansan rakirin nexwşxaneyê. 
	Hat zanîn ku rewşa karkeran baş e û têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin. 




