RIHA - Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Berdevka Demê ya berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn, betal kir. 
	Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan hatibû birîn, betal kir. Dadgeha Bilind biryara 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê dabû, bi qismî betal kir.
	Dadgeha Bilind li ser serlêdana îtîrazê ya parêzerên Ayşe Gokkan lêkolîn kir û piştî vê biryar xwe da. 
	Dadgeha Bilind bi betalkirina biryarê re dosya dîsa ji 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand û xwest Ayşe Gokkan jinûve were darizandin. 




