WAN – Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li hemberî berfê di roja 4’emîn de dewam kir.
	Piştî ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Welatî li hemberî hewaya sar û berfê di roja 4’emîn de jî çalakiya nobedê domandin. Hinek welatiyan li derve agir pêxistin û govend gerandin. Hinek welatî jî li hundirê avahiya şaredariyê nobed dewam kirin. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê û gelek hevşaredar jî beşdarî çalakiyê bûn. 
	Çalakvana heta serê sibê li qadê nobed girtin. Xebatkarên şaredariyê saetên serê sibê çay û şorbe dan welatiyan. Çalakiya nobedê dê îro jî bi bernameyên cihêreng berdewam bike û bernamey wiha ye; 
	* Bernameya Jin Ma (14.00)
	* Bi tevlêbûna Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dê Konseya Bajar li otelekê civîn lidar bixin. (15.00)
	* Hunermendên herêmî dê derkevin ser dikê. (15.00-17.00)
	* Koma Arhat dê stranan bibêje. (19.00) 
	* Dê Stand-up bê pêşandan. (21.00) 



